Konê sersaxiya gerîla duyemcar rastî serdegirtina polîsan hat
Konê sersaxiya gerîla duyemcar rastî serdegirtina polîsan hat
Konê sersaxiya gerîla duyemcar rastî serdegirtina polîsan hat
Konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG'ê Bûrhan Zirig (Karker Kîçî) cara duyemîn rastî serdegirtina polîsên Tirk hat.
Konê sersaxiyê yê li Taxa Konak a navçeya Şirnex Cizîrê ji bo gerîlayê HPG'ê Bûrhan Zirig (Karker Kîçî) ve hat vedan, duh êvarê radestî serdegirtina polîsan hatibû. Polîsên ku bombeyên gazê avêtibûn derdora kon, birayê Zirig Bahattîn Zirig jî kiribûn binçavkirin.
Bahattîn Zirig serbest hat berdan, lê belê polîsan îro jî avêtin ser konê sersaxiyê. Polîsan bi maşînên zirxî dor li kon girtin û dest danîn ser wêneyên gerîlayê HPG'ê Zirig û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li kon daliqandîbûn.
Gerîlayê HPG'ê Bûrhan Zirig di şerekî sala 1997'an ê li Avaşînê jiyana xwe ji dest dabû û duh navê wî hatibû eşkerekirin.