Konê şînê yê Fermandar Mahîr bi girseyî tê ziyaret kirin
Konê şînê yê Fermandar Mahîr bi girseyî tê ziyaret kirin
Konê şînê yê Fermandar Mahîr bi girseyî tê ziyaret kirin
Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Qadir Çelîk (Huseyîn Mahîr) sala par li çiyayê Katoyê pêl mayînê kir û jiyana xwe ji dest da. Konê şînê ku ji bo fermandar Huseyîn Mahîr hatiye vekirin bi girseyî tê ziyaretkirin.
Ji bo Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Qadir Çelîk (Huseyîn Mahîr) ku sala par li çiyayê Katoyê pêl mayînê kir û jiyana xwe ji dest da li gundê Tivnîk ya li ser Mûşê konê şînê hat vekirin û kon bi girseyî tê ziyaretkirin. Di roja dawî ya meha Remezanê de fitar hat dayîn. Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, endamê meclisa partiyê ya BDP'ê Rehmî Çelîk, şaredarên Kop, Gimgimê û bi sedan kes tevlî fitarê bûn. Di konê şînê de posterê Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Qadir Çelîk, ala Konfederalîzmê, PKK'ê û HPG'ê hatin daliqandin.
Ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Demîr Çelîk da zanîn ku, gelê Kurd di meha Remezanê bi komkujiyan re rû bi rû maye û wiha got: "Yek jî jê şertê girîng yê Misilmanetiyê ew e ku di vê mehê de bi gelên din re bibin bira, lê li Rojava li hember gelê Kurd qetlîam pêk tên.”