Konê zimanê dayikê hat vedan

Konê zimanê dayikê hat vedan

Bi wesîleya boykota hefteyekê ya wê bi armanca qedexeyên li hember perwerdeya zimanê dayikê rabin, li Dêrika Çiyayê Mazî kon hat vedan.

Ji bo daxuyaniya boykota hefteyekê ya dibistanan a bi armanca qedexeyên li hember perwerdeya zimanê dayikê bên rakirin ji aliyê KURDÎ-DER ve tê organîzekirin li ber Şaredariya Dêrika Çiyayê Mazî kon hat vedan.

Hevşaredarên Dêrika Çiyayê Necla Yildirim, Alî Ozkan endamên Meclîsa Şaredariyê, xebatkarên Navenda Çandê ya Mehmet Uzun, aktîvîstên DOKH’ê û gelek welatî beşdarî vekirina kon a ji aliyê DBP’a navçeyê ve li Qada Cumhuriyetê hat vedan bûn.  

Paşê afîşên hatibûn amade kirin, li deverên cuda yên navçeyê hatin daliqandin. Di saetên êvarî de jî yekemîn mêvanên kon zarok bûn.

Koma muzîkê ya Navenda Çandê ya Mehmed Uzun stran ji zarokan re gotin. Niştecihên navçeyê jî eleqeyeke zêde nîşanî kon dan.