Konferansa Aboriya Demokratîk hat taloqkirin

Konferansa Aboriya Demokratîk hat taloqkirin

Konferansa Aboriya Demokratîk a dihat plankirin 27-28’ê Îlonê li Wanê bê lidarxistin, bi sedema berxwedana Kobanê hat taloqkirin.

Komîsyona Amadekariya Konferansa Aboriya Demokratîk a daxuyaniyeke nivîskî weşand, got ku wek Kongreya Civaka Demokratîk (KCD),  şaredariyên Amed, Wan, Mêrdîn û DTSO, konferansa bi dirûşmaya, “Em ax, av û enerjiya xwe bikin komun, jiyana demokratîk azad” a di 27-28’ê Îlonê de plan dikirin li Wanê pêk bînin ji ber pêşveçûnên li Kobanê taloqî dîrokeke pêş kirine.

Di daxuyaniyê de heta gotin ku êrîşên DAIŞ’a taşerona hêzên modernîteya kapîtalîst di rastiyê de li hember hêzên Modernîteya Demokratîk a di pêşengiya Rojava de tê pêşxistin têne kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd û hêzên parastina gel YPG/YPJ li hember van êrîşan berxwedaneke bêhempa nîşan dide.

Her wiha hat diyarkirin ku meşa Pirsûsê ya gelê Bakurê Kurdistanê û dostên wan ên xwedî li vê berxwedanê derketine li ser vê esasî pir girîng û dîrokê ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wek Kongreya Civaka Demokratîk (KCD),  şaredariyên Amed, Wan, Mêrdîn û DTSO, konferansa bi dirûşmaya, “Em ax, av û enerjiya xwe bikin komun, jiyana demokratîk azad” a di 27-28’ê Îlonê de plan dikirin li Wanê pêk bînin ji ber pêşveçûnên li Kobanê taloqî dîrokeke pêş kirine.

Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li Kobanê û pêşxistina berxwedana li Pirsûsê li tevayî pêkhate û beşdarên konferans organîze kirine hat kirin.