Konferansa cihêrengiya avhewayê neserketî bidawî bû

Konferansa cihêrengiya avhewayê neserketî bidawî bû

Bi armanca amadekariya hevpeyaman avhewaya global ya nû, di hat armanckirin ku sala 2015’an ji îmzeyan re bê vekirin, li ser vî bingehî konferansa cihêrengiya avhewayê ya li bajarê Bonn yê Almanyayê neserketî bidawî bû.

Konferansa ku roja Înê bi dawî bû, aşkera kirin ku bitaybet delegeyên ji Çîn û Hîndistanê tevlîbûyîn ji bo hevdîtina giran bikin tişta ji destê wan hat kirin. Delegeyên welatên endamê NY ku heya niha nekarîne ji bo pêşiya germbûna global bigirin, hevdîtina plansaziya çalakiyê jî nîqaş bikin, tenê karîne qismek madeyên rojevê aşkera bikin.

Di derbarê hevdîtinan de ji Yeketiya Ewropayê nûnêrê ji avhewayê berpirs Conni Hedegaard li Bonnê daxuyaniyek da û diyarkir ku, li Durbanê asta ku beriya niha 5 mehan gihanê hêjan paşdetir hatine û her wiha hevdîtinên ku du hefteyan dom kir û di encam de tişta ku di hat hêvî kirin nehat bidest xistin.

Bitaybet piştî ku welatên Kanada û Japonya xwe ji Protokola Kyoto ya ku vetewşîna gazên li ser atmosferê bandoriyên serayê rêkûpêk dikin, vekêşa di nava welatên pîşesazîbûyî de welatê ku herî bi teahûdên Kyotoyê ve sadiq mayî Yeketiya Ewropayê ye.

Di hevdîtinan de li gel welatên kêm pêşketî di derbarê mijara pêkanîna fonê ya dê ji bo di rêkûpêk kirina cihêrengiya avhewayê de bê bikaranîn jî, lihev kirin pêknehat.

Rayedar didin diyarkirin ku, ger bi vî awayî biçe ne mimkune ku di sala 2015’an de hevpeymanekî global bê amadekirin.