Konferansa ciwanan bi dawî bû

Konferansa ciwanan bi dawî bû

Sêyemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd ku li bajaroka Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin, piştî nîqaşên 3 rojan û biryarên girîng, bi axaftina girtinê ya Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl û şahiyekê bi dawî bû.

Konferansa ciwanan ku bi beşdariya 260 delegeyên temsîla 60 rêxistinên ciwanan ên çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin pêk hat û 3 rojan dom kir, bi dawî bû. Piştî nîqaşên berfireh ku li ser pirsgirêkên ciwanan ên çar perçeyên Kurdistanê hate rawestîn û biryarên girîng, bi dawî bû. Piştî biryarên hatin girtin, dîwana konferansê li ser navê hemû pêkhateyên konferansê spasiyên xwe pêşkêşî hemû ciwanan kir. Dîwanê her wiha ji bo alîkariya wan û derfetên ku dane, spasiyên xwe pêşkêşî Desteya Bilind a Kurd jî kirin.

Piştre Endamê Destey Bilind a Kurd Aldar Xelîl axaftina girtinê ya konferansê kir. Aldar Xelîl, diyar kir ku ciwan mîsogeriya azadiyê, lewre jî biryarên di konferansê de hatine girtin pir girîng in û ew li hemberî wan rêzdar in. Xelîl, destnîşan kir di demeke ku li Rojavayê Kurdistanê şoreşek tê jiyandin de konferansek bi vî rengî hatiye lidarxistin û wiha got: “Bi baweriya me destkeftiyên ku gelê kurd di herdu salên dawî de li Rojava bidest xistine, serbilindî ye û ev serbilindî ya hemû gelê kurd e.”

Aldar Xelîl got ku wan wekî Desteya Bilind bi saziyên xwe yên sivîl û yên ewlekariyê yên wekî YPG û Asayîşê ji bo serkeftina konferansê tevgeriyane û tişta pêwîst kirine.

Xelîl, derbarê biryara konferansê ya wekî, “Ji bo ku li Rojavayê Kurdistanê di demeke kurt de hikûmet û parlamento bêne avakirin, ciwan dê hewldanan bidin meşandin” jî got ku pêkanîna vê yekê erka wan e û dê ji bo avakirina rêveberiya herêmê kar bimeşînin.

Aldar Xelîl, her wiha got ku xebata ji bo kongreya netewî jî wê karê wan ê sereke be.

Xelîl, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku biryarên konferansê nîşana ruhê netewî yê ciwanên kurdistanê ye û konferans silav kir.

Piştî axaftinê konferans bi sloganên ku azadiyê, yekîtiya kurdan tînin ziman bidawî bû.

Piştî konferansê ji bo ciwanên tevlî konferansê bûne şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de ciwanan li ber muzikê govend gerandin. Ciwanên ku ji perçeyên din ên Kurdistanê û derveyî welat tevlî konferansê bûne, îro vegeriyan cihên xwe.