Konferansa Elewiyên Kurdistanê berdewam dike

Konferansa Elewiyên Kurdistanê berdewam dike

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li Navenda Çanda Cegerxwîn bi hişyariya "Yekitî û Pîrîtî zindîbûn e" 1'emîn Konferansa Elewiyan pêk anî. Di konferansê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, diyar kir ku azadiya elewiyan azadiya kurdan e û azadiya kurdan azadiya elewiyan e.
Sazî û komeleyên elewiyan di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li Navenda Çanda Cegerxwîn bi hişyariya "Yekitî û Pîrîtî zindîbûn e" 1'emîn Konferansa Elewiyan pêk anî. Di konferansê de Nivîskar Pîrî Er, dîrokzan Erdogan Aydin, Necdet Saraç, Serokê Federasyona Elewiyên Demokratîk Alî Koyluce, Dr. Golmorad Muradî, Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistana Federal ê berê Felekatin Kakeyî, Serokê Komeleya Elewiyên Azad Îmam Balsever, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Şaredarê Amedê Osman Baydemir, Parlamenterên BDP'ê Demîr Çelik, Sebahat Tuncel, Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal Kemal Bulbul, Prof. Dr. Celilê Celîl û Şaredara Dêrsim3e Edibe Şahin, amade bû.
'JI ŞÊX SEÎD HETA SEYIT RIZA Û HETA MUZLUM DOGAN FERASETEK NÛ'
Li salona konferansê wêneyên 3 jinên kurd Sakine Cansiz Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan, pêşengê kurdan Seyit Riza, Elîşêr, Îbrahim Kaypakkaya, Huseyin Înan û Huseyin Cevahir hatin daliqandin.
Li salonê pankarta "Bîyerê canîno ma bibêw yew, werin canno em bibin yek" hat vekirin. Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Ewil Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, axivî û diyar kir ku bi hezar salan axa Mezopotamya dergûşî ji pir zimanî û pir çandiyê re kiriye û bêhna pir ziman û pir çandê ji kolan û axa wê tê.

Baydemir, diyar kir ku ev ax destpêka şaristaniyê ye û di 100 salên dawî de polîtikayên înkar û îmhayê pêş ketine û wiha got: "Pir şukir ku di 30 salên dawî de têkoşîna Şêx Said, Seyit Rıza û Mazlum Dogan ferasetek nû pêş ket û rê li pêş vê konferansê vekir."
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, jî anî ziman ku pir girînge ku di vê konferansê de gotinên "Kurdistan" û "Elewî" bi hev re bikar tînin û wiha got:

"Ferasetên serdest û dagirker herî zêde ji yekîtiya bindestan ditirsin. Ji ber vê yekê tu carî naxwazin bindest xwe bi rêxistin bikin. Li ser axa me jî ev derbas dibe. Pergala serdest a tirk her tim nexwest ku tevgera azadiya kurdan û azadiya elewiyan bibe yek. Her tim xwest tevgera azadiya kurdan û azadiya elewiyan li hemberî hev şer bikin. Ji ber ku azadiya kurdan di azadiya elewiyan re derbas dibe. Azadiya elewian jî di azadiya kurdan re derbas dibe. Çawa ku hêzên serdest di ferqa vê rastiyê dene divê em jî vê rastiya xwe fam bikin û bêtir xwe bi rêxistin bikin û tifaqa xwe bikin yek û hêza xwe aşkere bikin. Azadiya Kurdan azadiya elewiyan û azadiya elewiyan azadiya kurdan e. Divê em vê yekê bi her kesî bidin vegotin. Serdest û rayedarên dewletê her tim li Tirkiyeyê 4-K' 'Kurt (Kurd), Kizilbaş (Qizilbaş), Komunist, Kadın (Jin)" dijminê xwe dîtine û her tim li hemberî wan dijminantî meşandiye. Dewletê her tim kurd elewî û komînsîst û jin ji bo xwe wekî talûkeyekê dîtiye. "
Tugluk,  destnişan kır ku hikûmeta AKP'ê li ser feraset û kevneşopiya Kemamîst û hişmendiya darbeya leşkerî ya 12'ê îlonê polîtikayên Asimilasyonistê pêş xistiye. Tugluk, ragihand ku ku AKP'ê her tim xwestiye nasnameya elewiyan berovajî bike û li gorî xwe elewiyan û kurdan ava bike.

Endama Serokatiya Dîwana KCD'ê Nurhayat Altun jî anî ziman ku elewitî li Rojhilata navîn tevgera rohaniyê ya nebinavkirî ye. Konferans didome.