Konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê di roja 2’mîn de didome
Konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê di roja 2’mîn de didome
Konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê di roja 2’mîn de didome
Konferansa Hiqûqnasên Bakûrê Kurdistanê di roja 2’mîn de didome. Dê di demjimêrên pêş de encamnameya konferansê were aşkera kirin.
Komîsyona Hiqûqê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku bi tevlîbûna hiqûqnasên li herêmê cara yekemîn Konferansa Hiqûqnasên Bakûrê Kurdistanê pêkanîn. Konferans di roja duwem de li Navenda Çand û Ciwanan ya Cegerxwîn berdewam dike. Çav lê ye di demjimêrên pêş de encamnameya konferansê aşkera bikin. Tê diyarkirin ku, bi armanca hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dê biryar bê girtin ku komîsyonekê ava bikin.
Di rûniştina îro ya konferansê de mijarên weke; “Li qada netewî û navnetewî tekoşîna li hemberî terorkirin û krîmînalîzekirina civak û saziyên Kurdistanê, rê û rêbaz”, “Rêbazên xwe yên tekoşînê ên li hemberî hemû pêkanînên nehiqûqane ên li dijî Birêz Abdullah Ocalan ku muxabatê pêvajoya çareseriyê ye û hemû girtiyên siyasî diyar bikîn” hatin nîqaşkirin.
Konferansa ku ji çapemeniyê re girtî dom kir, Hevseroka KCD Aysel Tûglûk, parlementerên BDP’ê Ayla Akat Ata, Hesîp Kaplan, Sirri Sakik, Erol Dora, serokên baroyên Amed, Mêrdîn, Êlih, Riha û gelek bajar û navçeyan, her wiha zêdetirî 300 parêzer tevlî konferansê bûn.
Moderatortiya mijarên “Li qada netewî û navnetewî tekoşîna li hemberî terorkirin û krîmînalîzekirina civak û saziyên Kurdistanê, rê û rêbaz” Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata û Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya MAZLUM-DER’ê Prz. Selahedîn Çoban kir û weke axaftinvan jî Prz. Elîf Tîrenç Îpek Ulaş û Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî dîtinên xwe anîn ziman.
Piştî navberekê Serokê Baroya Şirnexê Prz. Nûşîrevan Elçî û Prz. Sebahat Gençtarîh moderatoriya mijara “Rêbazên xwe yên tekoşînê ên li hemberî hemû pêkanînên nehiqûqane ên li dijî Birêz Abdullah Ocalan ku muxabatê pêvajoya çareseriyê ye û hemû girtiyên siyasî diyar bikîn” kirin û derbarê vê mijarê de jî ji Parêzerên Buroya Hiqûqa Sedsalê Cengîz Yureklî axivî. Endamên komîteya hiqûqê ya ji 3 kesan ku ji Rojava hatin ezmûnên xwe parve kirin.
Piştî ku li ser mijara “Pirsgirêka rêxistinbûna hiqûqnasên Bakûrê Kurdistanê, parvekirina ezmûnên xwe û mekanîzmayên çareseriyê” nîqaş çêbûn, dê encamnameya konferansê ji rayagiştî re were aşkera kirin.