Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî ya DBP’ê li Wanê destpê kir

Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî ya DBP’ê li Wanê destpê kir

Komîsyona Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê, yekemîn konferansa xwe bi dirûşma, ‘Em ax, av, enerjiya xwe bikin komun û jiyana azad a demokratîk ava bikin’ dan destpêkirin.

Konferans li Salona Konferans û Civînê ya Şaredariya Artemêtan destpê kir û wê 2 rojan bidome. Aktîvîstên DOKH’ê, Hevseroka Cîgiria Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê Çîmen Işik, endama Komîsyona Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê Hamîde Yuksel, Hevşaredara Wanê Hatîce Çoban, hevşaredarên navçeyan û encadamên meclîsê tevlî bûn.

Ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin û piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban axivî û bal kişand ser asta siyasî ya ku jina Kurd xwe gihandiyê û got: “Yê pêşengî ji jinên Kurd re kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Jinên Kurd dê layîqê vê bin. Jinên Kurd di rêveberiyên herêmî de 15 sal li pey xwe hiştine. Jinên Kurd dê di rêveberiyên herêmî de di ferqa rola xwe ya pêşengtiyê de bin û dê têkoşîna afirandina civaka exlaqî polîtîk bidin.

Piştî axaftina Çoban, nivîsa nirxandinê ya ku Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DBP’ê amade kiribû hat xwendin. Di nirxandinê de hat diyarkirin ku bi ketina jiyanê ya pergala hevserokatiyê re, pêngaveke girîng  pêk hatiye û hat gotin ku dê ji vir şûnde bi destê jinê bajar ji nû ve bên avakirin.

Konferans bi nirxandin û nêrînan didome.