‘Konferansa Neteweyî rêya çareseriya pirsgirêka Kurd e’
‘Konferansa Neteweyî rêya çareseriya pirsgirêka Kurd e’
‘Konferansa Neteweyî rêya çareseriya pirsgirêka Kurd e’
Siyasetmedarên Kurd ên Qamişlo hêvî û nêrînên xwe yên derbarê Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê ku tê payîn di meha Tebaxê de li Hewlêrê bê lidarxistin anîn ziman. Siyasetmedaran dan zanîn ku di encama Konferansê de dê gelek pirsgirêkên gelê Kurd çareser bibin.
Siyasetmedarên Kurd ên Qamişlo ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re derbarê Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê ku tê payîn di meha Tebaxê de li Hewlêrê bê lidarxistin nêrîn û nirxandinên xwe anîn ziman.
Endamê Komîteya Têkiliyan a Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Umran El Seyîd da zanîn ku Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê xewna hemû Kurdan bû û wiha got: ‘‘Hêviyên mezin ên gelê Kurd ji vê konferansê hene, Konferansa Neteweyî dê dengê gelê Kurd bigihîne hemû hêzên nevneteweyî û dê bibe hêza gelê Kurd a siyasî.’’
Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Lîberal a Kurdistanê li Sûriyeyê Kamuran Hisên jî, diyar kir ku gelê Kurd ji zû ve hêvî dikir ku Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê bê lidarxistin. Hisên, destnîşan kir ku di nava van guhertinên dîrokî ku li herêmê pêk tên de pêwîstiya gelê Kurd bi Konferansa Neteweyî zêde bûye.
Hisên, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan banga lidarxistina Konferansa Neteweyî kir û xwedîderketina Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî li banga Ocalan giraniyekê dide Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê û dê bibe wek dîwarekî parastinê li dijî plan û êrîşên ku li dijî gelê Kurd tên lidarxistin.
Cîgirê Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) Mistefa Meşayîx jî da zanîn ku gelê Kurd hêviyên xwe bi Konferansa Neteweyî ve girêdaye. Meşayîx, destnîşan kir ku lidarxistina Konferansa Neteweyî dê gelek pirsgirêkên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê çareser bike. Meşayîx, bi bîr xist ku Konferansa Neteweyî dê bibe gava yekem ji bo rêya çareserkirina hemû pirsgirêkên gelê Kurd û wê bibe lêvegera Kurdî di qadên navneteweyî de. Meşayîx, diyar kir ku ew ê ji bo serketina Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê çi bikeve ser milê wan bikin.