Kongra Gel 7’emîn civîna dema navber pêk anî
Kongra Gel 7’emîn civîna dema navber pêk anî
Kongra Gel 7’emîn civîna dema navber pêk anî
Di navbera 15- 18’ê mehê de li qadên parastina medya 7’emîn civîna navber ya Kongra Gel bi beşdarbûna 60 delegeyan hat lidarxistin. Di civînê de biryara bilindkirina tekoşîn û berxwedanê li hemû parçeyên Kurdistanê hat girtin. Her wiha girîngiya parastina ax, av û ziman, mohra xwe li civînê da. Hat destnîşankirin ku yekane rêya rizgariya gelan, avakirina pergala netewa demokratîk û jiyana azad a gelan e.
Di navbera 15- 18’ê mehê de li qadên parastina medya 7’emîn Civîna navber ya Kongra Gel bi beşdarbûna 60 delegeyan hat lidarxistin. Kongra-Gel der barê civînê de daxuyaniyek nivîskî da.
Kongra-Gel di daxuyaniyê de diyar kir ku di civînê de rewşa siyasî, rewşa rêxistinî û plansaziya demên pêş bi berfirehî hat gotûbêjkirin û Ev civîn di serî de diyarî hemû şehîdên Kurdistanê bi taybet şehîdên li Rojava, Şengal û Mexmûrê hat kirin û hat gotin ku wê di kesayeta wan de soza serkeftinê misoger bibe.
‘YEKANE RÊYA RIZGARIYÊ, XWESERIYA DEMOKRATÎK E’
Kongra-Gel di daxuyaniyê de diyar kir ku di civînê de behsa guhertinên îro ên li Rojhilata Navîn hat kirin û girîngiya rola kurdan bi taybet di avakirina pergala xweseriya demokratîk de hatiye nîqaşkirin û hat gotin ku di civînê de wiha hatiye gotin: “ Pêvajo bi qasî destkeftiyên xwe, tehlûkeyên mezin jî di nav xwe de dihewîne. Îro ne tenê di Rojhilata Navîn di hemû cihanê de krîza heyî mezine û rejîmên statokûparêz li pey hev mehkûmî hilweşandinê ne. ji bo ku temenê xwe dirêj bikin, dest bi her cûre lihevhatin û tifaqan didin. Yekane alternatîfa derketina Rojhilata Navîn û cihanê ji vê kaûsê, modela xweseriya demokratîk a gelane.
‘ÊRÎŞÊN LI SER KÊMNETEWAN, ÊRÎŞÊN Lİ SER ÇANDA KEVNARE’
Di civînê de behsa mudaxileyên li ser Rojhilata Navîn hat kirin ku ji ber cara destpêkê dema mudaxile kirin, serneketin. Dixwazin careke din xwe li herêmê serwer bikin û ji bo wê jî gelek kesan tevlî xwe dikin û bi gelek kesan re tifaqan dikin. Êrîşên dawî ên li ser gelê kurd bi taybet li ser Rojava û Şengalê bû mijara serke a civînê û hat destnîşan kirin ku êrîşên li ser kêmnetewan di heman demê de êrîşa li ser çanda kevnar a Rojhilata Navîne. Ji ber ku di bingehê van çandan de jiyana kolektîf û bihevre a gelan mijara gotinê ye û ew jî nahêlin ku gelên Rojhilata Navîn bi hevre di nava aştiyek civakî de jiyan bikin. dixwazin koka baweriyên cuda di Rojhilata Navîn de ziwa û bê bandor bikin.
‘LI HEMBER DAIŞ’Ê PEYMANA MEDÎNÊ’
Her wuha di civînê de behsa piştgiriyên vekirî ên hêzên navnetewî û herêmî ji DAIŞ’ê re hat kirin ku tekoşîna li hember DAIŞ’ ê di heman demê de tekoşîna li hember pergala modernîteya kapîtalîzme ku dema xwe ya rizandin û têkçûnê jiyan dike. Divê tekoşînek bîrdozîk li hember DAIŞ ê bê kirin. Ji bo ku ev hêz îslamê li gor berjewendiyên xwe bikar neynin, ji bo wê jî pêwîste demek ji yan din zûtir peymana Medînê bê rojaneyî kirin. Nabe ku ti ol û baweriyên li Rojhilata Navîn bibin amûreke şer û pevçûnan, berovajî divê bibin bingeha yekîtî û bihevre jiyankirinek azad li ser vê axa kevnar. Pergala modernîteya kapîtalîzm vê rastiyê naxwazin bibînin û tehemul nakin, ji bo wê jî di kirasê DAIŞ ê de bi hovîtî êrîşê destkeftiyên gelê kurd li hemû parçeyan dikin.
‘TEKOŞÎNA HEVPAR LI ROJAVA, MÎNAKA NETEWA DEMOKRATÎK E’
Di civînê de girîngiya avakirina jiyana azad û demokratîk ji bo gelê kurd hate kirin ku ji bo kurdan avakirina pergala xweseriya demokratîk ji av û nan girîngtire. Berxwedaniya gelê kurd êdî bûye heqîqeta berxwedaniyek bêhempa ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn. di heqîqeta berxwedaniya gelê kurd de hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn li ber xwe didin. Wek yek ji qadên şênber ê tekoşîna gelê kurd, Rojavayê Kurdistanê û destkeftî û berxwedana bêhempa a li wir mohra xwe li rojeva civînê da. Hat gotin ku îro di refên tekoşînê de netewên wek Ereb, Sûryanî, Ermenî û hew. li kêleka gelê kurd bi qehremanî cih digirin. Ev yek mînaka berbiçav a avabûna pergala xweseriya demokratîk e. Modela ku îro gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê pêşengtiya wê dikin, hêviyek mezin ji bo hemû gelan e. Motora Sûrî Rojava ye! Bê Rojava ne opozisyon pêş dikeve û ne jî kes dikare li dijî DAIŞ ê bisekinin û şer bikin. divê Rojava di Sûriyek nû de mohra xwe lê bide.
‘PÊWÎTÎ BI GUHERTINA ZÎHNÎ A BI KOK HEYE’
Di beşê rêxistinî û xebatên avakirinê de girîngiya avakirina pergala xweseriya demokratîk di hemû parçeyên Kurdistanê de hate ser ziman û hat diyar kirin ku yekane rêya parastina kurdan li hember van êrîşan çêkirina yêkîtiya netewî di serî de di nav xwe de û jiyanî kirina pergala demokratîk bi hemû gelan re ye. Di bin dirûşmeya avakirina jiyana azad û demokratîk, avakirina komîn, meclîs û pratîkkirina 8 şaxên netewa demokratîk bûne mijarên nîqaşan. Herwuha hat diyar kirin ku Ji bo pêkanîna van jî pêwîstî bi guhertina bi kok a zihnî heye ku ew jî bi perwerdehiyan di hemû qadên civakê de pêkane.”
DI CIVÎNÊ DE BIRYARÊN GIRÎNG
Di 7’emîn civîna navber de gelek biryarên girîng hatin girtin ku hinek ji wan wihane;
- Pêşxistin û bilindkirina parastina cewherî di hemû parçeyên Kurdistanê de.
- Parastina ax, çand û zimanê xwe li hember êrîşên mêtîngeran.
- Parastina ax, av û enerjiya xwe li ser vê bingehê jî amadekirina derfetên ji bo vegera gundan.
- Li dijî aboriya lîberal a ku jiyanê ji cewhera xwe dû dixe, pêşxistina aboriya komînal ku xwe bi rêka koperatîfan bi rêxistin dike. Ji bo ku civakê ji zihniyeta mêtîngeh rizgar bike. Modela aboriyek li gor rastiya civakê ku hemû beşên civakê beşdarî vê yekê bike.
Wek seferberiyekê li hemû parçeyên Kurdistanê bê îlan kirin.
Di encamê de civîna bang kiriye ku tevli modela netewa demokratîk bibe. Civîn diyariyê hemû şehîdên Rojava, Şengal û Mexmruhatiye kirin. Kongra-Gel diyar kir ku hemu beşdarvanên civînê bi coş û heyecanek mezin soza serkeftin û bilindkirina tekoşînê dan.