Kongra Gel cejna Noelê ya alema Xiristiyan pîroz kir
Kongra Gel cejna Noelê ya alema Xiristiyan pîroz kir
Kongra Gel cejna Noelê ya alema Xiristiyan pîroz kir
Hevserokatiya Kongra Gel, der barê Cejna Noelê ya weke roja rojbûna Îsa Pêxember tê pîrozkirin de peyamek weşand.
Hevserokatiya Kongra Gel cejna Noelê ya alema Xiristiyan pîroz kir û xwest bibe wesîleya aramî û aştiyê.
Peyama Kongra Gel wiha ye: "Yek ji welatên ku roja rojbûna Îsa Mesîl weke cejna Noelê lê hat pîrozkirin Kurdistan e. Ev cejn nêzî du hezar sal in, li welatê me ji aliyê xwişk û birayên me yên Xiristiyan ve tê pîrozkirin.
Welatê me cografyayeke ku zêdeyî hezar sal in baweriyên cuda li gel hev dijîn e. Her çend ji ber polîtîkayên hêzên serdestdan trajediyên mezin ên mîna qirkirinan rû dabin jî, bi giştî gel ji baweriya hev re hurmet nîşan dane û bi hev re di nava aştiyê de jiyane.
Cejn rojên aştî û aramiyê ne. Em bawerin ku dê cejna Noelê jî bi vê hişmendiyê were pîrozkirin, hurmeta baweriyên cuda ji hev xurtir bike û xizmetî aştî û aramiya navbera mirovên me de bike.
Bi vê wesîleyê di serî de Xiristiyanên li Kurdistanê em cejna Noelê li tevahiy alema Xiristiyan pîroz dikin, hêvî dikin ku wê bibe wesîleya aştî û aramiya navbera gel û baweriyan."