KONGRA GEL: Divê qadên 1'ê Îlonê peyamê bidin AKP'ê
KONGRA GEL: Divê qadên 1'ê Îlonê peyamê bidin AKP'ê
KONGRA GEL: Divê qadên 1'ê Îlonê peyamê bidin AKP'ê
Hevserokatiya KONGRA GEL destnîşan kir ku pêvajoya çareseriya demokratîk ji ber xemsariya AKP'ê ya di mijara gavavêtinê de, bi xeteriya "ziyanbûnê" re rû bi rû ye. Bang li hemû alîgirên aştî û demokrasiyê hat kirin ku daxwazên xwe yên çareseriyê bilind bikin û hat gotin, "Divê qadên 1'ê Îlonê peyamê bidin AKP'ê."
Hevserokatiya KONGRA GEL bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek weşand û roj li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Kurdistanê, gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê pîroz kir û bibîr xist ku Rojavayê Kurdistanê û gelên Sûriyê di rewşa şer de 1'ê Îlonê pêşwazî dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyekî ve li dijî çeteyên bi piştgiriya Tirkiye-Erebîstana Siûdî û Qatar, ji aliyê din ve jî li dijî hêzên rejîma Esad li ber xwe didin û li ser bingeha parastina rewa têkoşîneke lehengî nîşan didin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser gotûbêjên li ser destwerdana li hemberî Sûriyê û bang li gelê Kurd hat kirin ku li her devera lê dijî di mijara xwedîderketina li Rojava de, di rewşeke teyakkûz (hişyariyê) de be.
Hevserokatiya KONGRA GEL da xuyakirin ku di pêvajoyeke Kongreya Neteweyî ya Kurd bê lidarxistin de, rêveberiya Başûrê Kurdistanê di mijara rakirina ambargoya li hemberî Rojava de bi "wezîfeyeke dîrokî re" rû bi rû ye.
'PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BI ZIYANBÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêvajoya çareseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê û hat destnîşankirin ku tevî hemû bang û hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo rêveçûna pêvajoyê jî hikûmeta AKP'ê heta niha ti gav neavêtiye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêvajoya çareseriyê bi xeteriya ziyanbûnê re rû bi rû ye.
Hevserokatiya KONGRA GEL diyar kir ku ji bo pêvajoya çareserî û aştiyê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve neyê ziyankirin bang li raya giştî ya Tirkiyê kir ku têkoşîna xwe ya demokrasiyê bilind bikin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya mîtîngên 1'ê Îlonê yê di vî warî de hat gotin, "Çalakiyên 1'ê Îlonê di vî warî de firsendeke. Pêwîste qadên 1'ê Îlonê bibe peyamek ji AKP'ê re ku gavan biavêje."