KONGRA GEL li dijî darvekirinan banga çalakiyan kir
KONGRA GEL li dijî darvekirinan banga çalakiyan kir
KONGRA GEL li dijî darvekirinan banga çalakiyan kir
Hevserokatiya KONGRA GEL, li Îranê darvekirina du siyasetmedarên Kurd şermezar kir. KONGRA GEL hişyarî da û diyar kir ku darvekirin dê di pirsgirêka Kurd de rê li ber pêvajoya pevçûnan veke û bang li gelê Kurd kir ku li dijî darvekirinan rawest e.
Hevserokatiya KONGRA GEL bi daxuyaniyeke nivîskî li hemberî darvekirina siyasetmedarên kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Îsmaîl Mamedî nerazîbûneke tund nîşan da. KONGRA GEL da xuyakirin ku van darvekirinan agirbesta du salan a bi PJAK'ê re anîne nuqteya xerakirinê û banga "dest ji van polîtîkayên ku gelek tiştan pê bide windakirin berde" li rejîma Îranê kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Darvekirina siyasetmedarên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî ya ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, em bi tundî şermezar dikin.
Ev darvekirinên ku ji ber sedemên polîtîk hatine kirin, pêwendiya xwe ne bi mirovahiyê ne jî bi Îslamiyetê re nîne. Ev polîtîkayên rejîma Îranê ya di pirsgirêka Kurd de dimeşîne bi kêrî Îranê nayên, di ser de dê krîz û kaosê girantir bikin.
Rejîma Îranê agirbesta du salan a bi PJAK'ê re aniye ber qedandinê û bi van darvekirinan re dê careke din rê li ber pevçûnan veke.
Ji aliyê raya giştî ve tê qebûlkirin ku polîtîkayên xwe dispêrin rêbaza ewlekariyê çareseriyê nîne, welatên di van polîtîkayan de israr dikin windahiyeke giran didin û ji ber vê yekê pêwistî bi çareseriya siyasî heye.
Divê rejîma Îranê dest ji van polîtîkayê ku wê gelek tiştan pê bide windakirin, berde. Divê êdî qebûl bike ku bi darvekirinan re nikare gelê Kurd bitirsîne, nikare tine bike. Pêwîste bi çareseriya siyasî ya demokratîk bersivê bide gelê Kurd, ku ji bo azadiya xwe amade ye bi her awayî berdêlan bide.
Em vê bangê li tevahiya gelê xwe dikin: Divê gelê Kurd li dijî vê hovîtiya rejîma Îranê nerazîbûn û hêrsa xwe bi awayê herî xurt nîşan bide.
Pêwîste gelê me li her devera lê dimîne bi çalakiyên xwe yên demokratîk ên girseyî re, rejîma Îranê ya Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî darve kir, protesto bike. Hewceye polîtîkayên qirêj û bi xwîn ên rejîmê yên li hemberî gelê Kurd werin teşhîrkirin.
Em bang li Yekitiya Ewropa û saziyên navneteweyî yên li hemberî van polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê bêdeng dimînin dikin, ku dengê xwe bilind bikin û êdî li dijî vê hovîtiya li hemberî mirovahiyê rawest in."