KONGRA-GEL: Roboskî dê her tim xewnreşka Erdogan be
KONGRA-GEL: Roboskî dê her tim xewnreşka Erdogan be
KONGRA-GEL: Roboskî dê her tim xewnreşka Erdogan be
Hevserokatiya KONGRA GEL der heqê salvegera Komkujiya Roboskî de daxuyaniyek weşand û got, "Her kes baş pê dizane kê fermana komkujiyê daye, kî berpirsyarê her tiştî ye. Bêguman ev kes, ew kesê ku dema gotina Roboskî dibihîze dikeve nava panîkê, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi xwe ye. Ji ber ku berpirsyar ew bi xwe ye, nikare li rastiyê mukur were. Lê belê heta ku li xwe mukur neyê, dê Roboskî her tim bibe xewnreşkek ji bo Tayyîp Erdogan."
Hevserokatiya KONGRA GEL da xuyakirin ku di ser komkujiya Roboskî re, ku di encama bombebarana F-16'an de 34 ciwanên piraniya wan ji 18 salî biçûktir in hatin parçekirin, du sal derbas bûn û got, "Ev du sal in hînê nabêjin ka komkujî bi fermana kê hatiye kirin."
Hevserokatiya KONGRA-GEL ragihand ku ev du sal in feryada dayikan û gundiyên Roboskî bi zanebûn nayê bihîstin û got, "Dewleta AKP'ê rola sê meymûnan dileyze. Lê belê feryada Roboskî bû feryada tevahiya gelê Kurd û her kesên xwedî wicdan, mezin bû û li gelemperiya cîhanê belav bû. Dê hîn bêtir mezin bibe. Şansê xelasiya kujeran nîne. Şansê kesî nîne ku ji heqîqeta Roboskî bireve."
Hevserokatiya KONGRA GEL got, "Ya rast her kes baş dizane kê fermana komkujiyê daye, kî berpirsyarê her tiştî ye. Bêguman ev kes, ew kesê ku dema gotina Roboskî dibihîze dikeve nava panîkê, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi xwe ye." Hevserokatiyê da xuyakirin ku ji ber berpirsyar Erdogan bi xwe ye nikare li rastiyê mukur were û destnîşan kir, lê belê heta ku Erdogan mukur were dê Roboskî ji bo wî bibe xewnreşkek.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komkujiyên heta niha li dijî Kurdan hatine kirin ser hatiye nixumandin û hesap jê nehatiye pirsîn û hat gotin, "Hesap nehat prisîn. Dibe ku Erdogan difikire ku karibe ser vê jî binixumîne. Lê xwe dixapîne. Ew dem hat girtin.
Êdî gelê Kurd mîna berê bêkes û bêhêz nîne. Gelê Kurd di roja me ya îro de dîrokê ji nû ve dinivîsîne û di serî de Roboskî wê hesabê hemû komkujiyan bipirse.
Mirovên bi polîtîkayên derew û talanê hatin xapandin, bi komkujiya Roboskî re rastiya AKP û Erdogan dîtin. Ji ber vê yekê di wicdanê civaka Tirkiyê de her roj hîn bêtir dihelin.
Bi komkujiya Roboskî re ya ku hat xwestin bêtirsandin gelê Kurd e. Gelê me bi piştevaniya civkî û neteweyî re êşa malbatên Roboskiyî parve kir û hindik me jî kêm kir. Ti şansê Erdogan nîne ku xwe ji agirê di wicdanan de bi Roboskî vêket, xelas bike."
Di daxuyaniê de hat gotin, "zîhniyeta komkujiyên Şêx Seîd, Geliyê Zîlan, Dêrsim, Sason, 33 fîşek, Sêwas, Mereş hwd. kir û ya komkujiya Roboskî kir heman zîhniyet e." Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ya ev zîhniyet wê ji Roboskî destpê bike û biguhere, dewlet bi rastiya xwe ya qirkirin û komkujiyê re rûbirû bimîne û ji vê derê gavên ji bo aştî û çareseriyê biavêje, yan jî wê AKP jî mîna hikûmetên din ji qada siyasî biçe. Hevserokatiya KONGRA GEL destnîşan kir ku divê ti gumaneke Erdogan a di vî warî de nebe.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser vê bingehê, di duyemîn salvegera komkujiya RoboskÎ de em bang li tevahiya gelê xwe dike ku faşîzma dewleta AKP'ê protesto bike û ruhê berxwedanê bilind bike.
Bi vê wesîleyê em careke din êşa malbatên şehîdan ên Roboskî ji dil parve dikin, berxwedana wan a bi rûmet bi rêzdarî silav dikin."