KONGRA GEL: Yê komplo pûç kiriye dê AKP'ê jî pûç bike
KONGRA GEL: Yê komplo pûç kiriye dê AKP'ê jî pûç bike
KONGRA GEL: Yê komplo pûç kiriye dê AKP'ê jî pûç bike
Hevserokatiya KONGRA Gel di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diyar kir ku komplo hatiye pûçkirin û got, "Çawa ku komploya navneteweyî bi têkoşînê hat pûçkirin, dê polîtîkayên AKP'ê yên mijûlkirin û tinekirina tevgerê, bê şik û guman dê ji aliyê gel û tevgera me ve werin pûçkirin."
Daxuyaniyê bi gotina, "Di salvegera 15. a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de, em hemû hêzên komplo plan kirine û bicih anîne bi nefretê û tundî şermezar dikin" destpê kir û têkoşerên bi şiyara "Hûn nikarin roja me tarî bikin" di pêvajoya komployê de bedena xwe dan ber agir û jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û hat gotin, "Ewê di pêşeroja azad a gelê me de her tim bijîn."
Hevserokatiya KONGRA GEL diyar kir ku komplo hatiye pûçkirin û bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê. Hevserokatiyê destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd a komplo pûç kiriye dê polîtîkayên AKP'ê yên mijûlkirin û tinekirinê jî pûç bike û wiha hat gotin:
"Gelê me û hemû hevalên Rêberê me, li dora Rêberê me yê têkoşîna berxwedana dîrokî dimeşîne li hev civiyan û komploya navneteweyî pûç kirin. Tevgera Azadiyê ku hêzên komploker xwestin di kesayetiya Rêberê me de tine bike, di şert û mercên îro de ku li Rojhilata Navîn şerê 3. ê cîhanê tê jiyîn, veguheriye aktorekî bingehîn. Di serketina vê stratejiya awarte de bêguman berxwedana mezin a Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê nîşan dide xwedî roleke sereke ye. Di vê têkoşîna dîrokî ya bê emsal de, yê bi ser ket Rêber Apo ye.
Di salvegera 15. a komploya navneteweyî de, rewşa şer û kaosê ya bi komkujiyên hovane li Rojhilata Navîn veguheriye trajiya mirovahiyê, rastî û mafdariya têkoşîna Rêber Apo careke din bi awayekî zelal nîşanî cîhanê daye.
Mîna ku li Sûriyê tê dîtin, xeta 3. a tesmîla proje û nêrîna Rêber Apo ye, ji bo çareseriya pevçûnên navbera bawerî û gelan ên li herêmê, alternatîfa yekane ya çareseriyê ye. Ev yek ji aliyê derdoreke berfireh ve hatiye qebûlkirin. Di vê roja ku çareseriya demokratîk a Rêber Apo temsîlkariya wê dike li Rojhilata Navîn rola sereke dileyze de, divê hemû hêzên alîgirên demokrasî û azadiyê, li dora Rêber Apo bicivin û têkoşînê xurt bikin.
Çawa ku komploya navneteweyî bi têkoşînê hat pûçkirin, polîtîkayên AKP'ê yên mijûlkirin û tinekirina têkoşînê jî, dê ji aliyê gelê me û tevgera me ve werin pûçkirin. AKP ya ku firsendên îro yên Rêber Apo û KCK'ê ji nedîtî ve tê, dibe ku sibê ji bo wê gelekî dereng be.
Em gelê xwe yê bi şiyara "Azadî ji Rêber Apo re" li qadan komploya navneteweyî protesto dike, silav dikin û bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku asta têkoşînê bilind bikin."