Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd despê kir

Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd despê kir

Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê hate lidarxistin. Endamê Komeleya Nivîskarên Kurd Îrfan Babaoglu xwest ku mafên Nivîskarên Kurd bê parastin û wiha got: "Di tekoşîna gelê kurd de cihek girîng ya nivîskarên kurd heye."

Li Amedê Komeleya Nivîskarên Kurd  4'mîn kongre xwe ya awarte li salona Sînemaya Şaredariya Bajar Mezin ya Amedê destpêkir. Endamên Saziya Nivîskarên Kurd tevlî kongre bûn. Endamê Komeleya Nivîskarên Kurd Îrfan Babaoglu di kongreya ku bi rêzgirtinê destpê kir de axaftinek kir. Babaoglu, diyar kir ku lazime mafên Nivîskarên Kurd bê parastin û di berdewamê de ev tişt gotin: "Di tekoşîna gelê kurd de cihek girîng ya nivîskarên kurd heye. Wê kêmasiyên Nivîskarên Kurd bi vê kongre werin derbazkirin. Ez sipasiya hemû kesên ku keda wan di vê kongreyê de çêbûye dikim. Bi vê kongrê divê em mefê gelê kurd û Nivîskarên Kurd bi parêzin."

Piştî Babaoglu, Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd Osman Ozçelîk, Felat Ozsoy, Rojin Zang û Zulkuf Kişanak ji bo dîvanê hatin hilbijartin.

Kongre piştî hilbijartina dîvanê û axaftinan, ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.