Kongreya Neteweyî ya Kurd komîteyekê dişîne Rojava

Kongreya Neteweyî ya Kurd komîteyekê dişîne Rojava

Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd Dr. Kemal Kerkûkî da zanîn ku dê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ji bo lêkolînkirina rewşa Rojava, komîteyekê aşkera bike û ew komîte wê biçe Rojava.

Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî a Kurd Dr. Kemal Kerkûkî der barê xebatên Komîteya Amadekar ya kongreyê de daxuyanî da. Kerkûkî destnîşan kir ku divê aliyên siyasî hessas nêzî pêvajoya kongreyê bibin û ji bo karibin peyama aştiyê ya gelê kurd bidin raya giştî û cîhanê divê hemû erkên xwe yên neteweyî bi cih bînin. Her wisa Kerkûkî da zanîn ku Komîteya Amadekar a kongreyê ji bo lêkolînkirina rewşa Rojava, komîteyekê amade bikin û bişînin Rojava.

Kerkûkî da zanîn ku divê hemû aliyên siyasî yên Kurd ji bo ku karibin di nava aramiyê de bi hev re bijîn divê bi hişyarî û hessas nêzî kongreyê bibin. Kerkûkî wiha got: “Hemû aliyên siyasî yên Kurd ji bo jiyanek demokratîk û aştîyane bi hev re were jiyîn, divê li gorî yekîtiyê tevbigerin. Her wisa divê aliyên siyasî pirsgirêkên di nava xwe de ne bi rêyên şîddetê yan tundûtîjiyê, berevajiyê vê bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bikin. Di heman demê de ragihandina aliyek siyasî nikare li gorî xwestekên xwe aliyên din yan kesayetên din yên siyasî reş bikin û li dijî wan xebatan bimeşînin. Pirsgirêkên di navbera aliyan û parçeyan de heyî çareseriya wan çi ye divê li ser vê bingehê serî li rêyên çareseriyê bidin.”

LI HER DERÊ TEVLÎ KONGEREYÊ DIBIN

Kerkûkî der barê hejmara delege, mêvan û kesayetên serbixwe û çavdêrên navneteweyî wiha got: “500 kes weke delege beşdarî kongreyê dibin û ji Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîka û gelek aliyên din yên cîhanê wê kesayetên serbixwe û nûnerên rêxistinên navneteweyî weke çavdêr û mêvan beşdarî kongreyê bibin.”

JI BO LÊKOLÎNÊ KOMÎTEYEK DIÇE ROJAVA

Kerkûkî da zanîn ku hêviya wan ew e ku pirsgirêk û aloziyên ku di navbera Rojava û Herêma Federal a Kurdistanê de di demek kin de çareser bibin. Kerkûkî anî ziman ku dê ji bo lêkolînê komîteyek biçe Rojava û wiha axivî: "Ger kiryar û komkujiyên ku li hember gelê Rojavayê Kurdistanê tên kirin weke ku di çapemeniyê de derdikeve pêş be, wê Hukûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gelê Rojava bibe xwedî helwest û tişta pêwîst ji bo gelê Rojava bike.”