Kongreya Tenduristiyê ya KCD’ê di roja duyemîn de didome
Kongreya Tenduristiyê ya KCD’ê di roja duyemîn de didome
Kongreya Tenduristiyê ya KCD’ê di roja duyemîn de didome
Yekemîn Kongreya Tenduristiyê ya KCD’ê ya ku duh li Amedê destpê kir îro bi mijarên wekî ‘Ziman û tenduristî’, ‘Jin û tenduristî’, ‘bajar û tenduristî’, ‘girtîgeh û tenduristiyê’ didome. tê payîn ku îro encamnameya kongreyê bê aşkerekirin.
Yekemîn Kongreya Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Salona Şanoyê ya Şaredariya Mezin duh destpê kir. Kongre bi tevlîbûna gelek kedkarên tenduristiyê didome.
Kongre bi dirûşmeya ‘Kijan tenduristî; tenduristiya xwezayî. Tendurstiyek çawaye? Bi azadbûnê dê azad bibe. Bi kê re tenduristî? Bi jinê re, Bi xwezayê re, bi kedê re. Ji bo kê tenduristî? ekosistemê dest pê kir û di runiştina îro ya kongreyê de Pispor. Dr Gencay Gursoy, ji zanîngeha Yildiz Teknîkê Pispor.Dr Beyza Ustun, ji herêma Federal a Kurdistanê gelek doktor, serokê berê yê Yekitiya Tabîbên Tirkiyeyê Erîş Bîlaloglu, sekretê jinan a giştî ya SES’ê Bedriye Yorgun û gelek deleyên ji herêmê û Tirkiyeyê dê tevli bibin.
Di runiştina îro de mijarên wekî ‘Ziman û Tenduristî’, ‘Jin û Tenduristî’, ‘Bajar û Tenduristî’, ‘Girtîgeh û Tenduristî’ dê bên nîqaşkirin. Piştî nêrîn û hilbijartinê dê encamnameya kongreyê bê aşkerakirin.