Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê sibe dom dike

Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê sibe dom dike

Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê sibe bi hilbijartina Meclisa Tenduristiyê ya Kurdistanê û encamnameya kongreyê bidawî bibe.

Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê ku ji aliyê Komîteya Amadekar ya Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê ve tê organîzekirin û Meclisa Tenduristiyê ya KCD malovaniyê jêre dike, di rûniştina piştî nîvro de bi mijarên weke “Herêma Bakûr, tenduristiya hatî berovajî kirin û tenduristiya xwezayî”, “Herêma Rojava”, “Herêma Başûrê Kurdistanê û Mexmûr”, “Herêma Rojhilat û diaspora” bidawî bû. Li salonê piştî şandeya ji Rojava hat gotara xwe pêşkir, sloganên “Bijî berxwedana YPG’ê” hatin qîrîn. Piştî rûniştinan dengbêjan stran gotin. Stranên dengbêjan bikeyfxweşî hatin guhdarkirin.

Kongreya ku dê sibe demjimêr 09:00’an de dom bike, piştî nirxandin, nêrîn, pêşniyar û biryarên li ser gotaran, dê bi hilbijartina Meclisa Tenduristiyê ya Kurdistanê û encamnameya kongreyê bidawî bibe.

Beşdarvanên kongreyê dê piştre serdana navçeya dîrokî Heskîf ya Êlihê bikin.