Kongreya YXK-Federasyona Elmanyayê sibê destpê dike
Kongreya YXK-Federasyona Elmanyayê sibê destpê dike
Kongreya YXK-Federasyona Elmanyayê sibê destpê dike
19. Kongreya Federasyona Elmanya ya Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) di 28-29'ê Îlonê de li Zanîngeha Bochûm a Elmanyayê pêk tê. Roja yekemîn a kongreyê dê ji raya giştî re vekirî be.
Li ser navê Komîteya Amadekar a Kongreyê Huseyîn Erdal ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya civaka Kurd û gelan, pêvajoyeke dîrokî tê jiyîn û ev bang kir: "Di pêvajoyeke bi vî rengî de, em bang li hemû xwendekar û ciwanên Kurdistanî yên li Elmanyayê û hemû rêxistinên ciwanan ên demokratîk dikin ku beşdarî beşa ji raya giştî re vekirî ya kongreya me bibin."
Erdal diyar kir ku ti taybetî wê bûyerên siyasî yên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn, Ewropa û rola tevgerên ciwanan ên xwendekaran li pêşberî vê rewşê di kongreyê de bê nirxandin û got, "Rojeveke din a girîng jî ji nû ve rêxistnbûyîna tevgera xwendekaran e. YXK ku par biryara rêxistinbûyîna konfederasyonê ya li gelemperiya Ewropayê dabû, dê modêla xwe ya nû bi vê kongreya li Elmanyayê re têxe meriyetê."
Yek ji xalên rojevê yên di kongreyê de derketin pêş jî, tê payîn pirsgirêkên xwendekaran ên li qada aborî, perwerdeyî, çandî-civakî û siyasî yên li Ewropayê be. Di kongreyê de wê kampanya "Hînî Kurdî bibe û bide Hînkirin" a beriya niha destpêkiribû, bi dorfirehî were nirxandin.
Erdal da xuyakirin ku di kongreyê de wê xebatên YXK'ê yên ji bo avakirina platformeke hevpar a ji rêxistinên ciwanan ên demokratîk bê nirxandin û bang li hemû ciwan û xwendekaran kir ku beşdarî roja destpêkê ya kongreyê bibin.
Kongreya YXK'ê dê sibê saet di 10'an de li Zanîngeha Bochûmê pêk were. Navnîşan jî wiha ye: Universitätsstraße 150 Ruhr Universität Bochum, Kultur-Cafe.