Konservatuara Aram Tîgran deriyên xwe vekir

Konservatuara Aram Tîgran deriyên xwe vekir

Konservatuara Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, deriyên xwe ji bo xwendekarên nû vedike.

Konservatuara Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê deriyên xwe ji bo xwendekarên nû vedike. Konservatuar ku wê bi zimanê Kurdî be ji bo serlêdanan li benda xwendekaran e. Serlêdan îro destpê dikin. Konservatuar ji beşên weke sînema, wêne, muzîk, govend û şano pêk tên. Kesên ku beşdarî konservatuarê dibin divê zimanê Kurdî zanibin. Ji bo serlêdanê divê van şertan bi cih bînin.

Şertê bingehîn zanîna zimanê Kurdî, zaravayên Dimilî û Kurmancî ye.

Li ser navê kesekî, kesekî din nikare serlêdan bike û divê ew kes bi xwe serî li konservatuarê bide.

Perwerdehî 3 salan didome û berdewamiya wê mecbûrî ye.

Kesên ku serî li beşa muzîkê didin, ji bo ku di ezmûnê de stranên xwe bêjin, divê 2 stranên bi zaravayên Kurmancî, Dimilî yan jî Soranî, yên gelerî jiber bikin.

Serlêdan wê heya 22 Îlonê bidome.