Di rapora ji aliyê Konseya Ewropayê ve hat amadekirin de Denmark dîsa bi sucên cûdakarî û nijadperestiyê hat tawanbarkirin.
Di rapora Konseya Ewropayê (KE) de helwesta hin saziyên fermî, zimanê polîs û çapemeniya vî welatî ya li hemberî kêmar û gelên din bi kar tîne hat rexenkirin.
Di raporê de tê diyarkirin ku bi taybet Partiya Gel a Denmarkayê, li hemberî Misilmanan zimanek ê biçûkxistinê bi kar tîne û polîs û çapemenî Misilman û Cengeneyên ku jêre Romanî tê gotin biçûk dibînin û heqaretê li wan dikin.
Di raporê de tê gotin ku ji ber nezelaliya hin qanûnan nijadperest, cûdakarî û helwestên din ên weke vana derdikevin pêş. Her wiha hat gotin ku Konseya Wekheviyê ya ji aliyê hikûmetê ve hatiye avakirin baş nayê naskirin û pêş neketiye.
Di berdewama raporê de tê gotin ku hikûmet bi qasî pêwîst alîkarî û piştgirî nade sazî û rêxistinên li hemberî cûdakarî û nijadperestiyê têdikoşin û bal kişand ser bûyerên heqaretê yên polîsan.