Konseya Ewropayê çû serdana Şaredara BDP'yî Leyla Guven
Konseya Ewropayê çû serdana Şaredara BDP'yî Leyla Guven
Konseya Ewropayê çû serdana Şaredara BDP'yî Leyla Guven
Heyetek ji Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê, Şaredara berê ya Wêranşarê Leyla Guven li girtîgehê ziyaret kir.
Heyetek ji Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê, ku navenda wê li Strasboûrgê ye, çûn serdana Şaredara Wêranşerê Leyla Guvan ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê ragirtin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê, heyetek ji endamên Kongreyê Anders Knape yê Swêdî, Leen Verbeek Hollandayî û Seroka Heyeta Tirkiyê ya Kongreyê Gaye Doganoglu li gel Sekreterê Kongreyê Jean-Philippe Bozouls, Şaredara berê ya Wêranşarê Leyla Guven li girtîgehê ziyaret kirine.
Der barê serdana heyetê de dê di 10’ê Sibata sala 2014’an de raporekê pêşkêşî kongreyê bikin.
Doza Leyla Guven a girtî, ku ji sala 2010'an û vir ve ji doza 'KCK' tê darizandin, ji aliyê kongreyê ve ji nêz ve tê şopandin.