Ji rêberên kontr-gerîla yên ku li Nîkaragûayê li dijî hikûmeta Sandînîstayê şer kir Adolfo Calero di 81 saliya xwe de mir. Calero berpirsê gelek komkujî û sûîqestan bû. Di dema xwe de yek ji zilamên herî pêbawer ê DYA’yê bû li Amerîkaya Başûr.
Calero piştî şerê navxweyî dest bi karsaziyê kir û duh li bajarê Maganguayê ji ber nexweşiyên zature û gurçîk mir.
Calero di ciwantiya xwe de li DYA’yê perwerde dibîne û di şîrketa Coca Cola ya li Manuguayê dest bi karyera xwe dike. Lê dema dîkdatoriya Somozayê hildiweşe û desthilatiya sosyalîst a bi navê Sandinist Daniel Ortega tê cihê wê, Calero beşdarî yekîneyên kontr-gerîla dibe.
Calero demek dirêj di nava yekîneyên kontr-gerîlla de dibe berpirsê kirîn û firotina çekan. Calero gelek caran bi sîxûrên CIA’yê re tê cem hev û dema DYA’yê bi dizîkî çek firotibû Îranê jî navbeykarî kiribû. Calero ji ber wê jî di sala 1987’ê de îfade dabû Kongreya DYA’yê.
Piştî şerê navxweyî bi dawî dibe, Calero dibe rêberê Partiya Muhafezekar. Piştî hilbijartinan dest ji serokatiya partiyê berdide û dest bi karsaziyê dike.