Koordînasyona Bakurê Kurdistanê: Divê Kurdî bibe zimanê fermî!

Koordînasyona Bakurê Kurdistanê: Divê Kurdî bibe zimanê fermî!

Koordînasyona Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê xwest Kurdî bibe zimanê fermî, benda hilbijartinê bê rakirin, astengiyên li pêşiya azadiya ramanê werin rakirin.

Beriya aşkerakirina "pakêta demokratîkbûyînê" a hikûmetê, Koordînasyona Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku pakêt bi rêbazên ne demokratîk hatiye amadekirin. Koordînasyona ku ji KCD; BDP, DOKH, KADEP, OSP, DDKD, Hereketa Îslamiya Gel û Însiyatîfa Azadî pêk tê bal kişandin ser rewşa xetimandî ya pêvajoya çareseriya demokratîk û ji bo rêveçûna pêvajoyê ev pêşniyar rêz kir:

- Em pêwîst dibînin ku pêvajoya agirbestê ya navbera PKK û dewletê dewam bike û gavên li ser lihevkirin çê bûne, bên avêtin. Ji bo çareseriya pirsgirêkê muzakereya bi aliyê Kurd ku nûnerên Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê jî tê de cih bigire, ferz e.

Di vê mijarê de weke "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" em amade ne bi her awayî alîkariyê bidin.

- Ji bo rêveçûna pêvajoyê, ji bo atmosfereke demokratîk û pê bawerî derkeve holê, di dema kurt de divê ev gavên demokratîk û huqûqî bên avêtin:

DIVÊ KURDÎ WEKE ZIMANÊ FERMÎ BÊ QEBÛLKIRIN

- Pêwîste hemû astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin, Kurdî weke zimanê fermî bê qebûlkirin.

- TMK û TCK bên guhertin û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.

- Ji bo Birêz Ocalan hîn bi bandor beşdarî pêvajoya çareseriyê bibe şert û mercên wî yên ewlekarî, tenduristî û azadiYê bên sererastkirin, ji bo kadro û gerîlayên PKK'ê bêdawî beşdarî jiyana siyasî bibin qanûna beşdariya li siyaseta demokratîk were amadekirin.

CERDEVANÎ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN

- Divê pergala cerdevaniyê ku veguheriye navgîneke gunehan ji holê bê rakirin, çêkirina qereqolan bê rawestandin, erdên mayinkirî bên paqijkirin, şert û mercên vegera gundan bên afirandin.

- Astengiyên li pêşiya azadiya bawerî, rêxistinbûyîn, îfade û ramanê werin rakirin.

BENDA HILBIJARTINÊ BÊ RAKIRIN

- Ji bo di siyasetê de edaleta temsîlkariyê têkûz bibe, qanûna partiyên siyasî bê guhertin. Navên Kurd û Kurdistanê yên me li her qada jiyanê di warê siyasî, çandî û civakî de bê bikaranîn.

- Komîsyona lêkolînkirina heqîqetan bê avakirin, bi paşerojê re rû bi rû bê kirin, ji ber pêkanînên derveyî mirovahiyê yên li hemberî Kurdan hatiye kirin, ji gelê Kurd lêborîn bê xwestin.

DIVÊ DERFETA RÊVEBIRINA XWE BI XWE BÊ AFIRANDIN

- Di şûna destûra bingehîn a milîtarîst de, ku çavkaniya pirsgirêka Kurd de, tavilê destûra bingehîn a azadîperest, pirrengî, wekhevî û demokratîk bê amadekirin, nasnameya Kurd û nasnameyên cuda bi destgûra bingehîn bên ewlekirin.

- Ji bo gelê xwe bi nasname û bi xwe rêve bibe, derfet bê afirandin, statuya gelê Kurd bê naskirin.

- Dewlet û hikûmeta Tirk divê derbasbûna komên çekdar a ji sînorê Tirkiyê ber bi Rojava re asten bikin û deriyên xwe yên sînor ji alîkariya însanî û bazirganiyê re veke."