Kremlîn Erdogan derewand!

Kremlîn Erdogan derewand!

Şêwirmendê Vladimir Putin Serok Dewletê Rûsyayê ragihand ku, di hevdîtina roja Çarşemê ya li Moskowê navbera Putin û Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan de ji welat derketina Esad nehatiye rojevê.

Di çarçoveya hevdîtina serdana rojekê ya Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ya Moskowayê bê encam ma. Kommersant bi sernûçeya, “Bombeya li Şamê teqiya di Kremlîn de veda” avêtibû, nivîsî ku dema her du serok di hevdîtinê de bûn teqîna li Şamê rû daye, her wiha Wezîrê Karê Derve Sergey Lavrov bêy ku li benda xilasbûna hevdîtinan bimîne ji Putin re ragihandiye.

Piştî hevdîtinên duh, îro Kremlîn bidaxuyaniyekê Erdogan derewîn derxist. Daxuyaniya ku şêwirmendê karên derve yê Putin, Yuri Uşakov dayî rojnamevana aşkera kir ku, di hevdîtinên duh yên di navbera Putin û Erdogan de derketina ji welat ya Esad nehatiye rojevê. Serokwezîrê Tirk Erdogan duh dema ji serdana Rûsyayê zivirî hat balefirgehê axaftinek kir û gotibû, wana “Paketek ya çareseriya bêy Esad” pêşkêş kirine û aliyê Rûsyayê jî gotiye emê li ser fikirin.

Serokwezîrê Tirk Erdogan diparêze ku, pêwîste Esad erkê xwe ber û her wiha aşkera kiribû ku, pêşniyarekî çareseriya alternatîf ya bêy Esad pêşkêşî Rûsyayê kirine.

HEVDÎTIN XIRAP DERBAZBÛN

Piştî civîna li Kremlînê her du serok bi awayek rageşî derketin pêşberî endamên çapemeniyê. Çapemeniya Tirk jî di nav de bigiştî şîroveya ku hevdîtin ne baş derbazbûn kirin. Putin qet behsa krîza Sûriyeyê nekir û kêm axivî, her wiha sekna wî ya sar balkêş bû. Erdogan dirêj axivî lê pir bihişyar axivî ku gotinek berovajî nebêje Rûsyayê.

Putin got, “Têkiliyên me di her alî de berfireh dibin û di nava dînamîzmekê de ye. Ger ev tempo dewam bike, ez bawer dikim ku dê bazirganiya me ya derve dê bigehe 100 milyar dolaran.”

Li ser pirsek ya rojnamevanekî Wezîr3e Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, tu kes di derbarê operasyonekî leşkerî bo ser Sûriyeyê dê nekare me îqna bike. Aşkera kir ku, di derbarê mijara Sûrî de fikrên wan ne ji hevdîtinên li gel Annan hatine kirin cûdatir be.

Lavrov destnîşan kir ku, piştgirî dana muxalîfan rêyekî ku jê nayê derketin. Lavrov aşkera kir ku, “Tişta rast rawestandina şerê navbera her du aliyane. Rojava tenê Rûsyayê sûcdar dike lê belê nizane çi bike.” Lavrov behsa êrîşa Şamê kir û got, “ dixwazin senaryoyên Lîbyayê dubare bikin. Lê belê li vir dibe pevçûnên pir mezin derbikevin.”

Da diyarkirin ku li gel Erdogan di derbarê balefirê de ne belge agahî parvekirine. Dengê Radyoya Rûsyayê sê roj beriya niha agahiyek belavkiribû û dabû diyarkirin ku, balefiran Tirkan ji aliyê Fuzeya Pantsir-C1 ya ji aliyê Rûsyayê ve hatî çêkirin, hatiye xistin. Rayedarekî Rûsyayê yê agahî dane AFP’ê jî got, balefira Tirkan ji ber ku qada hewayî ya Sûriyeyê binpêkir ji ber hindê hate xistin.

Serokwezîrê Tirk Erdogan jî dema ku ji Rûsyayê vegerî civînek ya çapemeniyê lidarxist û gotibû wana pêşniyara modelekî rêveberiya bêy Esad pêşkêşî Rûsyayê kirine û Rûsyayê jî gotiye emê li ser vê yekê bifikirin.

Di daxuyaniya Erdogan de hate aşkera kir ku, “Di pêvajoya Cenevreyê de bila hikumetekî demkî ya bêy Beşar hebe. Pêwîste di desthilatdariyê de muxalefet hebe. Rûsya li vê erênî dinêre. Ger tenê Esad nebe wê çawa be? Di vê mijarê de fikar hene. Me hinek alternatîfên din gotin. Ew jî gihan wê qinetê ku li ser vê bifikirin.”