Kreşa bi Kurdî perwerdeyê dide rastî eleqeyek mezin tê
Kreşa bi Kurdî perwerdeyê dide rastî eleqeyek mezin tê
Kreşa bi Kurdî perwerdeyê dide rastî eleqeyek mezin tê
Li Bakurê Kurdistanê ji bo ku astengiyên li pêş perwerdeya zimanê dayikê bê rakirin, dibistanên girêdayî dewletê tên boykotkirin û Kreşa Baxçeyê Zarokan a di bin bana Xizmetên Kreş û Zarokê ya Serokatiya Daîreya Xizmeta Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bi kurdî xizmetê dide, ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tê.
Kreşa Baxçeyê Zarokan ku di 2011’an de hat vekirin û ji bo dema nû ya 2014-2015’an gelek kesî serlêdan kir. Navenda ku nêzî 400 kesî serî lê da, tenê 55 zarok hatin qebûlkirin.
Kreşa Baxçeyê Zarokan ku îsal di 8’ê Îlonê de dest bi dema nû kir, 3 polên Kurdî û yek jî ya Kirmanckî, bi giştî 4 pol hatin vekirin. Perwerde dê di 15’ê Hezîrana 2015’an de bi dawî be.
GELEK KREŞAN ZIMANÊ PERWERDEYÊ KIR KURDÎ
Piştî Kreşên di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bi Kurdî xizmet dan, li Amedê gelek kreşên taybet tabelayên xwe guhertin û îbareya bi Kurdî perwerde tê dayîn bicihkirin.
Hemû xebatkarên Kreşa Baxçeyê Zarokan ji jinan pêk tên. Li navendê 9 perwerdekar û yek jê pispora zarokan dixebite.
BI ÇANDA KURD Û KURDISTANÎ PERWERDE...
Li Kreşa Baxçeyê Zarokan ku zimanê perwerdeyê bi giştî Kurdî ye, hemû zarok bi çanda Kurd û Kurdistanî perwerdeyê dibînin. Bi vê armancê di sala perwerdeyê de rojên taybet hatine avakirin. Zarok di dema perwerdeyê de di rojên Newroz, 1’ê Gulanê, 8’ê Adarê Roja Jinan, 15’ê Gulanê Rojava Zimanê Dayikê, 13’ê Çile sala nû û her wiha 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek rojên taybet pîroz dikin. Her wiha di çarçoveya ku hişmendiya bajar bihêz bikin dê di nava salê de zarok li cihên dîrokî yên bajar bên gerandin.
Her wiha zarok di dema perwerdeyê de dersên drama, muzîk, atolyeya hunerê, çîrok, hejmar, reng û dersên hunera destan dê bibînin. Zarok ji bo bernameyên sporê û atolyeya ahşabê jî Qada Jiyana Hevpar a Sumerparqê bi kar tînin.
ZIMANÊ ZAROKAN BI PERWERDEYA FERMÎ XERA DIBE
Berpirsa Baxçeyê Zarokan Evîn Taşdemîr da zanîn sedema eleqeya malbatan a ji bo kreşê perwerda Kurdî ye û got: “Bi giştî malbat li malê bi zarokên xwe re Kurdî diaxivin lê piştî dest bi perwerdeya fermî dikin zimanê wan xera dibe. Sedemeke din a tercihkirina vê kreşê ev e ku girîngiyê didin çanda Kurd.
Taşdemîr bal kişand ser girîngiya perwerdeya zimanê dayikê û wiha got: “Zarokên bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin, jixwe ne biyanî ne. Di alî psîkolojîk de rehet in. Her wiha dema zimanê xwe fêr dibe jî pir rehet fêr dike.
SERLÊDAN LI DIJ ASÎMÎLASYONÊ DERKETIN E
Taşdemîr diyar kir ku kesên serî li kreşê didin daxwaz dikin ku astengiyên li pêş Kurdî rabin û got: “Malbat bi vî awayî li dijî asîmîlasyonê dertên. Dixwazin zimanê wan bibe zimanê perwerdeyê. Malbat ne tenê li kreşan dixwazin li her asta dibistanê perwerde bê dayîn.
LI GELEK TAXÊN AMEDÊ DÊ KREŞ BÊN VEKIRIN
Mamosta Ebru Şanli jî da zanîn ku ser daxwaza gel ev kreş êdî têr nake û got: “Serlêdana malbatan gelek zêde ye. Lê em neçar in hejmara ku me diyar kiriye bigirin. Der barê vê de xebatên Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî heye. Dê li gelek taxan kreşên bi vî rengî bên vekirin. zêdebûna kreşê wisa dê asîmîlasyonê jî ji holê rabike.
Zimanê dayikê mafekî sereke ye. Ji bo vê divê em li bende dewletê nesekinin û got: “Rojava mînak e. Ger em hewl bidin em ê gelekî bi ser bikevin. Rojava gelek tişt bi ser xist.”
GEL BI HESTIYAR Û BIRYARE
Şanli bi lêv kir ku gel di mijara ziman de bi hestiyar û biryar e û got ku divê daxwazên gel bi awayekî bên pêşwazî kirin û wiha got: “Ji bo perwedeya zimanê dayikê dînamîkên herêmî û saziyên civaka sivîl dikarin xebatek hevpar bimeşînin. Her wiha avahiyên ku perwerde lê bên dayîn tune ne. Ji bo perwerdeyê ger hewce be dikare kon bê vedan.
Şanli destnîşan kir ku bi taybet li avahiyên fermî yên Tirkiyeyê ku dersê didin, li ser zarokên Kurd zextên psîkolojîk ên cidî diafirîne. Şanli got pergal kêm be jî di vir de bi ser ketiye û zarokên Kurd li van avahiyên bêreng û sar ji xwe dûr xistine. Şanli got ku armanca wan jî ev e, ji vir şûn ve pêşî li asîmîlasyonê bigirin.