Krîz çareser bû heyet li cihê hevdîtinê ye
Krîz çareser bû heyet li cihê hevdîtinê ye
Krîz çareser bû heyet li cihê hevdîtinê ye
Krîza heyeta leşker û rayedarên din ên dewletê yên di destê HPG'ê de teslîm werbigire derket çareser bû. Heyeta di nav de rayedarên PDK'ê jî hene ji bo rayedaran teslîm werbigirin careke din hatin cihê hevdîtinê.
Heyeta ji bo leşker û rayedarên din ên dewletê yên di destê HPG'ê de teslîm werbigire hatî avakirin serê sibê derbasî herêmên Amêdiyê û Dêrelokê yên di bin kontrola HPG'ê de, lê ji ber ku li cihê hevdîtinê çapemenî hebû paşve vegeriyabû. Piştî israra rayedarên PDK'ê ya heke çapemenî li wir be rayedaran teslîm wernagirin çareser bû.
Piştî pirsgirêk çareser bû heyeta ji parlementerên BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Adîl Kurt, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal, Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê yê Amedê Selahattîn Çoban û rayedarên PDK'ê careke din hatin nokteya leşker û rayedarên dewletê yên di destê HPG'ê de teslîm werbigirin.
Piştî protokol û daxuyaniyan dê leşker û rayedarên din teslîmî heyetê bikin û ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve rê bikevin.