Krîza Aborî li weqfa Nobelê jî xist!

Krîza Aborî li weqfa Nobelê jî xist!

Krîza aborî ya ku bandor li ser Yeketiya Ewropayê kir, Weqfa Nobel ya ku di cîhanê de xelatên herî bi prestîj jî de xist. Di daxuyaniya ku Weqfê da de hate ragihandin ku, ji vê salê û pê de dê sedê 20’ê xelatên pere bê daxistin.

Dezgeha navenda wê li Stockholmê di daxuyaniya da de aşkera kir ku, hatin ji çûyînê zêdetir bûye, ev yek çavkaniya xwe ji bandoriya krîza li Ewropayê digire. Weqfê diyar kir ku, ji niha û pê ve ji her çiqekê sedê 20 xelatê pere dê kêm bikin, dê dabixin 1,1 milyon dolarî.

Weqfa Nobelê ne tenê di aliyê xelatan de daxistin çêkir. Dezgehê ragihand ku, ew dê di lêçûnên îdarî û merasiman de jî daxistin pêk bînin û teserûfê kêm bikin.

Weqf li ser navê zanistê bi nav û deng Alfred Nobel hatiye avakirin û xelatên pere jî ji mîrasê Nobel yê hêlayî dida.

Xwediyê xelatên Aştî, Aborî, Tib, Kîmya, Fîzîk û Wêjeyê, dîplomayekê, madalya Nobelê û xelata pere distînin.