Krîza li Sûriyeyê kûr dibe

Krîza li Sûriyeyê kûr dibe

Piştî teqîna dijwar a li Şamê pêk hat û têde 3 rayedarên Sûriyeyê hatin kuştin, pevçûn pekiyan duwemîn mezintirîn bajarê Sûriye Helebê. NY’ê ragihand ku di 48 saetan de 30 hezar kes reviyane Libnanê. Iraq jî welatiyên xwe yên li Şamê vediguhêze. Rusyayê nerazîbûn nîşanî sucdarkirinên li hemberî xwe da, YE’yê jî biryara şidandina pêkanînên li ser rejîma Esad da.

Bûyerên ku di adara 2011 de dest pê kirin, di demek kurt de veguherî pevçûnên dijwar û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Pevçûnên di navbera rejîma Esad a piştgirî ji Rûsya-Îranê digire û Artêşa Azad a ji aliyê Tirkiye, Qetar, Erebîstan û welatên rojavayî vet ê destekkirin her ku dice dijwartir dibin. Şerê li Sûriyeyê heye weke “şerê navxweyî tê binavkirin.”

ÇAR RAYEDAR HATIN KUŞTIN, WEZÎRÊ NAVXWEYÎ BIRÎNDAR BÛ

Li gorî televîzyona dewletê, Hîşam di nexweşxaneya ku têde dihat dermankirin de nehat rizgarkirin. Televîzyonê ragihand ku piştî mirina Hîşam, partiya Baasê sersaxî ji gelê Sûriyeyê re ragihandiye. Navenda Mafê Mirovan a muxalîfên Sûriyeyê ya li Londonê beriya niha ragihandibû ku General Îxtiyar jî miriye û îdîa kirk u rewşa Wezîrê Navxweyî Îbrahîm El Şaar jî nebaş e. Lê televîzyona dewletê ragihand ku rewşa wî baş e.

Di encama êrîşa li hemberî avahiya Ewlekariya Neteweyî ya Sûriyeyê pêk hat de Wezîrê Parastinê Dawud Rajha û zavayê Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad û Alîkarê Wezîrê Parastinê Asif Şewket û alîkarê serokê karên leşkerî yên Esad Hesen Turkemnî jî miribûn.

PEVÇÛN PEKIYAN HELEBÊ

Piştî pevçûnên dijwar ên li paytext Şamê, pevçûnên dijwar pekiyan duwemîn mezintirîn bajarê Sûriyeyê Helebê jî. Li gorî çapemeniya rojava, li taxên Selahaddin, Azamiye, Akramiye û Ard el-Sebbag ji roja pênçşemê ve pevçûnên dijwar diqewimin.

DI 48 SAETAN DE 30 HEZAR KES REVIYAN LIBNANÊ

Ligel dijwarbûna pevçûnên li welêt, bi hezaran mirov direvin. Berdevktiya Komîseriya Bildin a Penaberan a NY’yê (UNHCR) ya li Cenevreyê ragihand ku di 48 saetan de 30 hezar kes reviyane Libnanê.

IRAQ WELATIYÊN XWE VEDIGUHÊZE

Rêveberiya Iraqê jî bi sedan welatiyên xwe yên li Şamê veguhest. Kaptanê Rêya Hewayî ya Iraqê Saad el Hafaci, ragihand ku roja pênçşemê 750 Iraqî ji Şamê reviyane. Hat diyarkirin ku veguhestina welatiyên Iraqê ji Şamê berdewam dikin û di 24 saetan de 3 hezar Iraqî ji Şamê veguhestin Iraqê. Komîseriya Bilind a Penabaran a NY’yê ragihand ku ew ji rewşa 88 hezar penaberên Iraqî yên li Şamê bi fikar in.

JI RÛSYAYÊ BERTEK

Di vê navberê de Rûsyayê aşkera kir ku, sedemê bûyerên li Sûriyeyê weke vetokirina di Konseya Ewlekariyê ya NY’yî de nîşakirin tiştekî nayê pejirandine. Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Alexandre Lukaçeviç got; “nayê pejirandin ku, hinek welatên rojava dibêjin sedemê zêdebûna tundûtujiyên li Sûriyeyê redkirina biryara Konseya Ewlekariyê ya NY’yî ye.”

Berdevkê Rûsya ragihand ku, şûna welatên Ewropa Rûsyayê sûcdar bikin, bila muxalîfên çekdar ber bi çareseriyekî siyasî ve bibin, bila teşwîq bikin. Berdevk aşkera kir ku, “Pevçûnên li Sûriyeyê bi zêdekirina tundî û êrîşên terorîstî çareser nabe.”

JI WASHÎNGTONÊ BO KONSEYA EWLEKARIYA NY SÎNYALA BAYPASÊ

Berdevê Rûs balkişand ser wê yekê ku dibe ku, DYA baypasekê bide Konseya Ewlekariya NY û da zanîn ku, “Ev sînyalekî bihêze ku fikarê çêdike.”

Daxuyaniya ku Washingtonê di roja Pêncşemê de kirî, ji ber ku Rûsya û Çînê biryar derketina ji Konseya Ewlekariyê ya NY veto kiribû “Li aliyê herî xirap yê dîrokê cih girtin” hatibûn sûcdar kirin, her wiha gefa ger di derbarê Sûriyeyê de ji vê saziyê biryar dernekeve jî dê tevger bikin kiribû.

Li aliyê din daxuyaniya ku Rûsyayê di roja Înê dayî de aşkera kir ku, ew piştgiriyê didin biryara Konseya Ewlekariyê ya NY ya bê şert 45 roj dirêjkirina hêzên çavdêr yên li Sûriyeyê.

PÊKANÎNÊN YE ZÊDE DIBIN

Yeketiya Ewropayê dê piştî roja Dûşemê li dijî Sûriyeyê hinek pêkanînên nû yên din vekolîne. Daxuyaniya ku Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius li Madrîdê dayî got; “ Ji bo çembera Beşar El Esad teng bikin dê di rojên pêş de gelek pêkanîn bêne girtin.” Fabius li beramberî pirsa, Gelo ev pêkanîn dê piştî roja Dûşemê bêne girtin, wê ambûrgoya çekan bihêz bikin, yan dê bêhêz bikin? Jî got; “erê” û “Ez hêvî dikim dê hinek tiştên din jî çêbibin.”

Fabius aşkar kir ku, ev pêkanîn dê di roja Dûşemê di Konseya Karên derve yên Yeketiya Ewropayê de bêne nîqaşkirin