Ji ber zûhabûna li gelek herêmên cîhanê, bihayê dexil û gelek xurekên (zad) din zêde bûn. Ev biha di nava 5 hefteyan de ji sedî 50 zêde bû û dibe ku bibe sedema krîzeke nû ya xûrekan.
Li DYA’yê ji ber bandora zêde ya zûhanbûna herî xirab a van 24 salên dawiyê, ji dexil bigire heta goşt, bihayê gelek berheman zêde bû. Li Rûsyayê ji ber guhertina şert û mercên demsalê, dibe ku rêjeya hilberîna dexil kêm bibe.
Rûsya û DYA hema bêje ji sedî 20’ê dexilê cîhanê pêk tînin. Her du welat jî bi rêjeyeke zêde dexil hinaredeyê (îxracat) derve dikin.
Rayedarên Bankaya Cîhanê ragihandin ku dibe krîzên dexil ên li van her du welatan li hemû welatên din ên cîhanê bandor bike.
Zûhabûna li DYA’yê û kêmbûna dexilên li Rûsyayê, bandor li bihayê genim yê li Rûsyayê kir. Li gorî pisporan ger ev yek wiha berdewam bike, dê bandorê li bihayê genim yê li gelemperiya cîhanê jî bike. Li DYA’yê zûhabûn ne tenê bandor li genim kir, li dexilên weke genimê şamîn, fasulye û ceh jî dike. Sedema zêdebûna genim Rûsyayê bi bihabûna genimê şamîn ê DYA’yê ve tê girêdan.
Li gorî daneyên Estîtuya Lêkolîna Çandiniyê, tonek genimê ku ji rêza çaremîn di hefteyek berê de nedigihişt 260 dolarî, lê di vê hefteyê de gihişt 278 dolarî. Rêveberê Enstîtuyê Dmîriy Rilko diyar kir ku dibe di hefteya pêş de 10-20 dolar li bihayê genim zêde bibe. Lê bi awayeke asayî bihayê genim di carekê de ewqas zêde nabe.
Pispor dibêjin ku divê di demek zû de zêdebûna bihayê genim zêde neyê dramatîzekirin û diyar dikin ku bihayê genim mîna salên 2007-2008’ê zêde nabin. Di van salan de zûhabûna li welatên genim û dexil hildiberînin, bibû sedema krîza li cîhanê.
Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Kaneda, Qezexîstan, Awistralya, Frense mezintirîn welatên cîhanê yên çandina berhemên dexil in.