Krîzek nû ya genim tê?

Krîzek nû ya genim tê?

Zûhabûna li DYA û Rûsyayê rê li ber zêdebûnabihayê genim vekir. Bihayê genim li welatên başûr hate zêdekirin û êdî bandor li welatên ku xwe bi stokan xwedî dikin jî kir.

Zûhabûna li DYA’yê û kêmbûna dexilên li Rûsyayê, bandor li bihayê genim yê li Rûsyayê kir. Li gorî pisporan ger ev yek wiha berdewam bike, dê bandorê li bihayê genim yê li gelemperiya cîhanê jî bike. Li DYA’yê zûhabûn ne tenê bandor li genim kir, li dexilên weke genimê şamîn, fasulye û ceh jî dike. Sedema zêdebûna genim Rûsyayê bi bihabûna genimê şamîn ê DYA’yê ve tê girêdan.

Li gorî daneyên Estîtuya Lêkolîna Çandiniyê, tonek genimê ku ji rêza çaremîn di hefteyek berê de nedigihişt 260 dolarî, lê di vê hefteyê de gihişt 278 dolarî. Rêveberê Enstîtuyê Dmîriy Rilko diyar kir ku dibe di hefteya pêş de 10-20 dolar li bihayê genim zêde bibe. Lê bi awayeke asayî bihayê genim di carekê de ewqas zêde nabe.

Lê hin pispor jî dibêjin ku ev zêdebûn tenê ferazî (sanal) ye. Li herêmên ku dexil lê tên berhevkirin, bihayê genim zêde bûye. Di hefteya borî de bihayê genim 7000-7600 ruble bû. Bihayê genimê di stokên li herêmên Povojiyeya Navîn û Ûralê de ji ber ku genimê berê bû, di navbera 5100-6800 ruble bû. Di destpêka vê hefteyê de bihayê tonek genim gihişt 8800-8900’ê. Lê pispor bi bîr dixin ku tiştek ku mirov jê bitirse tune ye, ji ber ku di sala 2010 de bihayê genim gihiştibû 9500 rubleyê. Lê zêdebûna biha ya îsal, ne tenê bi pirsgirêkê hundirîn, bi yên derve re jî eleqeder r.

DÊ WERE KRÎZA 2007 WERE DERBASKIRIN?

Pispor dibêjin ku divê di demek zû de zzêdebûna bihayê genim zêde neyê dramatîzekirin û diyar dikin ku bihayê genim mîna salên 2007-2008’ê zêde nabin. Di van salan de zûhabûna li welatên genim û dexil hildiberînin, bibû sedema krîza li cîhanê.

Serokê Komeleya Dexil a Rûsyayê Arkadiy Zloçevskiy di daxuyaniya hefteya borî da de got; “Li Rûsyayê hilberîna dexil bi awayeke asayî pêk tê, lê ji ber hin şert û mercên hewayê, li gorî pênbniya dibe dexilê Rûsyayê dabikeve 85 milyon tonan. Divê neyê jibîrkirin ku Rûsya tenê 70 milyon ton genim mesref dike, 18 milyon tonên dimînin jî di depoyan de bi cih dike.”

Ji aliyeke din ve jî, Tirkiyeyê ragihand ku şîrketên Tirkan 2,7 milyon ton daxil ji Rûsyayê kirîne. Para Tirkiyeyê di kirîna genimê Rûsyayê de ji sedî 13 de ye.

DYA’YÊ JI BER ZÛHABÛNÊ REWŞA AWERTE RAGIAHND

Li DYA’yê zûhabûnê li 26 eyaletan xist û ev yek weke mezintirîn karesata xwezayî ya di dîroka DYA’yê de de tê nirxandin. Rêveberiya Washingtonê ji ber zûhabûna zêde ya ku bandorek mezin li berhemên çandinê dike, weke herêmên karesatê îlan kir. Tê diyarkirin ku herî zêde zûhabûn li herêmên Oiho, Great Lake ya başûr û geliyê Mississipi ya navîn hene. Li van herêman, di meha hezîranê de bihayê xurekan ji sedî 10 zêde bû.

Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Kaneda, Qezexîstan, Awistralya, Frense mezintirîn welatên cîhanê yên çandina berhemên dexil in.