'Kujerên komkujiya Koşuyolu tên parastin'

'Kujerên komkujiya Koşuyolu tên parastin'

 Malbatên 10 kesên ku jê 8 zarok ên di komkujiya Parka Koşuyolu de jiyana xwe ji dest dan, li Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolû 10 kes bibîr anîn. Bi merasima bibîranînê de Burhan Marangoz ku kurê xwe di komkujiyê de winda kir Burhan Marangoz, diyar kir ku kesên di komkujiyê de bûn maşik hatin girtin, lê kesên komkujî pêk anîn û li pişt perdê hêj tên parastin û veşartin. 

Di 12'ê Îlona 2006'an de li Parka Koşuyolu teqîn pêk hat û di teqînê de 8 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi minasebeta salvegera komkujiyê malbatên 10 kesên jiyana xwe ji dest dan, rêveberên ÎHD'ê, BDP û gelek welatiyên din li cihê komkujî lê pêk hat ber Bîrdariya Mafê Jiyanê amade bûn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku ev komkujî di salvegera darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de pêk hatiye û wiha got: "33 sal berê darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê pêk hat. Di vê darbeyê de dost, heval û hogirên me jiyana xwe ji dest dan. Ger ku hesap ji van kujer û berpirsiyaran hatiba pirsîn îro ev komkujî pêk nedihat."

Dayika Rojhılat Aslan Remziye Aslan, diyar kir ku piştî vê teqînê êdî newêre ji mala xwe derkeve û wiha got: "Kurê min ji bo hewê bistîne ji malê derket, lê mirî vegeriya. Em êdî nikarin ji mala xwe derkevin. Em her tim bi tirsa ku teqîn pêk tev digerin."

Bavê Hasan Marangoz ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Burhan Marangoz jî anî ziman ku dewlet kujeran diparêze û maşikan jî ceza dike. Marangaz, da zanîn ku kesê teqîn pêk anî wekî maşikê hatin bikar anîn û kesên esil berpirsiyarê teqînê jî serbest digerin. Marangoz, da zanîn ku wan kurê wî yê 16 salî kuşt û wiha got: "Ma em serî nanekin bila kî serî rake? Çi ji gelê kurd dixwazin. Bila wîjdanê wan bilerize." 

Girsê piştî daxuyaniyê li cihê ku komkujî pêk hatiye qurnefil danîn û belav bûn.