Kumrî Dolçek jiyana xwe ji dest da

Kumrî Dolçek jiyana xwe ji dest da

Li Sîlopiyê, Kumrî Dolçek a 85 salî, ku 2 zarokên wê û neviyekî wê di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da û zarokeke wê li refên PKK'ê ye, çû ser dilovaniya xwe.

Li Sîlopiyê, Kumrî Dolçek a 85 salî, ku 2 zarokên wê û neviyekî wê di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da û zarokeke wê li refên PKK'ê ye, duh êvarê li mala xwe krîza dil derbas kir. 

Dolçek rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê, lê belê li gel hemû hewldanan jî nehatî rizgarkirin. Ji bo Dolçek li Sîlopiyê konê sersaxiyê hat vedan. Hat ragihandin ku wê li kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî konê sersaxiyê bê vedan.