Kurd bi komployeke navnetewî re rû bi rû ne

Kurd bi komployeke navnetewî re rû bi rû ne

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo, êrîşên dawî yên li Rojava, armanca komkujiyên çeteyan ên li dijî sivîlan, hêzên li pişt komên çete, helwesta hêzên Kurd û parçeyên din ên Kurdistanê li dijî êrîşan ji ANF'ê re nirxand. Hemo diyar kir ku Kurd bi komployeke navnetewî re rû bi rû ne.

Hemo got, "Sedema bêdengiyê heye, berjewendiya gelek hêzan ji vê heye" û diyar kir ku mûxalefeta Sûriyê ji bo ji xwe re li ser axa Sûriyê cihekî zevt bike li pişt êrîşan disekine 3u rejîma Sûriyê jî şer giran dike û dixwaze bigihêjeke asteke dijwar. Hemo destnîşan kir ku Tirkiye jî komên çete bikar tîne û dixwaze pêşî li îradebûyîna Kurdan bigire.

Sîpan Hemo, der heqê piştperdeya komkujiyên li Til Eran û Til Hasil de, agahiyên balkêş da.

Fermandarê Giştî yê YPG'ê li hemberî girtina deriyê Sînor ê Sêmalka nerazîbûn nîşan da û got, "Em nikarin birîndarên xwe yên rewşa wan giran e jî bişînin. Ev pêkanîneke çawa ye, Kurdbûyîneke çawa ye, biratiyeke çawaye?"

Hûn êrîşên dema dawî çawa dinirxînin?

Weke tê zanîn, komên Îslamî ev demeke êrîşî Rojava dikin. Ev êrîş dewam dikin. Van êrîşan li Serêkaniyê, Til Temir, Tirbespiyê destpê kirin, piştre li Girê Spî (Til Ebyad) dewam kirin. Hêzên me, yekîneyên me li van qadan bi lehengî li ber xwe dan, bersiveke xurt dan van êrîşan û li gelek deveran ev êrîş ji holê rakirin.

Ev komên ku mixabin xwe bi navê Îslamê bi nav dikin, di vê meha pîroz a Remezanê de ji ber li qadên din darbe xwarin, li Til Eran û Til Hasilê êrîşî gundên Kurdan kirin û li van deran komkujî kirin. Ev gundên mijara gotinê li herêma Ereban, li Bab û derdora wê cih digirin. Bi vî rengî gefê li Kurdên li Reqqa, Cerablûs û Mûmbîçê dixun. Ev yek nîşane û mikurhatina li têkçûna xwe ya li herêma Kurdan e. Nîşan dide ku êrîşên wan ên li herêmên Kurdan bê encam mane. Tola darbeyên giran ên xwarine, ji sivîlan hiltînin. Cihê vê bi ti awayî di nava pîvanên şer de tineye. Cihê têkçûna exlaqê ye.

Ev hefteyeke li bajarokên Til Eran û Til Hasil êrîşên hovane tên kirin. Weke YPG me berê jî dabû xuyakirin ku em êrîşên li dijî Kurdên li Til Eran û Til Hasilê weke êrîşên li hemberî gel û netewa Kurd qebûl dikin û emê li dijî vê bêdeng nemînin.

‘KOMKUJIYA TIL ERAN NASNAMEYA WAN A RASTÎ DERXIST HOLÊ’

Bajarokên mijara gotinê, ji serî heta binî bi giranî bombebaran kirin. Dûre çûn bajarokan û gelê sivîl di komkujiyê re derbas kirin. Bi hovane êrîş kirin. Çi jin, çi zarok, çi kal gelek mirovên me yên sivîl bi hovane kuştin.

Divê were zanîn ku komên bi vî rengî li ku dibe bila bibe, firsend têkeve destê wan, ewê êrîşî Kurdan bikin. Ev êrîşên wan ên li dijî Til Eran û Til Hasilê, nasnasmeyên wan ên rastîn nîşan dan. Nîşan da ku ew ji bo Kurdan pêşerojeke çawa dixwazin. Ji Kurdan re, ji bilî koletî, teslîmiyet, tinekirin û komkujiyê tiştekî din hêja nabînin. Ev êrîş êrîşên tinekirina koka Kurdan e. Eger hêza wan hebûya, wê ev komkujî li Dêrik, Qamişlo û bajarên din ên Kurdan pêk bianîna. Xwestin li Kobanê û Efrînê jî vê bikin. Berxwedana hêzên YPG'ê û xwedîderketina bi heybet a gelê me, ev hemû planên tinekirinê yên li Kurdistanê hatin pûçkirin. Wan jî li ser vê yekê berê xwe dan herêmên Ereban û dixwazin vê armanca xwe li gundên Til Hasil û Til Eranê pêk bînin. Hewl didin şikestina xwe, darbexwarin û têkçûna xwe bi van komkujiyan binixumînin.

MÛXALEFETA SÛRIYÊ JÎ, ESAD JÎ DI VÎ ŞERÎ DE LI DÛ BERJEWENDIYAN E

Armanca êrîşan çiye, li hemberî vê cîhan çima bêdeng e?

Di bingeha van êrîşan de komployeke kûr û dîrokî heye. Bêdengiya cîhanê, bêdengiya mûxalefeta Sûriyê û hêzên herêmê nîşan dide ku di van êrîşan de rola van hêzan hemûyan hene. Derdixîne holê ku ev yek planeke wan a hevpar e. Bêguman ev ne nû ye, bi êrîşên li dijî Efrînê re destpê kir. Dûre berê êrîşên xwe dan herêmên Kurdan û herî dawî jî li Til Eran û Til Hasilê komkujî kirin. Bêdengiya li hemberî van hemûyan nîşan dide ku hewl tê dayîn mirovahiyê kor bikin.

Bêguman sedemên vê hene. Beriya her tiştî berjewendiyên gelek hêzan di vê de hene. Hin hêz hewl didin ji van êrîşan berjewendiyê bi dest bixin. Hin hewl didin polîtîkayên xwe bicih bînin. Mûxalefeta Sûriyê ji bo ji xwe re li ser axa Sûriyê cihekî bibîne, li pişt van êrîşan e. Rejîma Sûriyê jî di vî şerî de xwedî berjewendiyan e. Naxwaze ev şer qet biqede. Û dixwaze veguhereke girêkeke kor. Û dixwaze di dawiyê de veguhere şerê Kurd û Ereban. Ji ber ku niha hewl didin şerê li Sûriyê veguherîne pevçûnên Kurd-Ereb, Sunî-Elewî û bi vî rengî dixwaze wêneyê Sûriyê yê li pêşerojê ava bike.

TIRKIYE KOMÊN ÇETE BIKAR TÎNE

Yek ji hêzên sereke yê di van êrîşan de xwedî berjewendiyan e Tirkiye ye. Di demeke ku Kurd li qada navnetewî weke vînekê tê qebûlkirin û hewl tê dayîn rêveberiya xweser bê avakirin de, Tirkiye bi awayekî vekirî mûxalefetî vê dike. Û dest bi organîzekirina êrîşa van hêzan kir. Ji xwe ji destpêkê ve em dizanin Tirkiye alîkariyeke cidî dide van koman. Ev komên ku ji me darbe xwarin û ji herêma me hatin derxistin, xwe li Tirkiyê girtin. Tirkiyê li ser sînor ket nava hin hewldanan, hin gefên destwerdanê jî xwar.

Avakirina rêveberiya xweser a Kurdan weke sedema êrîşan dibînin. Yekemîn nerazîbûna herî tund a li vê yekê, Tirkiyê nîşan da. Û ji devê herî fermî daxuyaniyên; hûn daxuyaniyên parçebûnê didin, da. Hina ev komên çete jî heman gotinê bilêv dikin dibêjin, "Em ji ber vê yekê êrîşî we dikin." Bi Tirkiyê re heman zimanî bikar tînin. Em ji Tirkiyê û ji van komên çete yên êrîş dikin zêdetir, yekparebûna Sûriyê diparêzin. Ji bo wê li ber xwe didin, şer dikin.

Tirkiye van hêzan bikar tîne. Ji bo bigihêje armancên xwe, komên El Qaîde bikar tîne. Armanc jî ew e ku Kurd nebe vîn û li ser axa xwe nejîn.

DI KOMKUJIYA TIL ERAN DE XIYANETEKE MEZIN HEYE

Di êrîşan de hêzên AA jî hene?

Di van êrîşan de hin komên ji Artêşa Azad (AA) jî cih digirin. Di êrîşên li Dêrikê, êrîşên li Til Eran û Til Hasilê de hin komên ser bi AA jî hene.

Tûgaya bi navê 313, tûgaya Ehrar Cezîre, di êrîşên li Cezîrê de li gel Îslamiyan cih girtin û êrîşî herêmên Kurdan kirin. Li Kobanê, hin komên AA hem di êrîşan de cih girtin hem jî li aliyê Mûmbîçê gef li Kurdan xwarin. Tengavî û zehmetî derxistin. Dixwazin bi sorkirin û gefan re, li hemberî me eniyeke nû vekin. Komên ku berê bi Lîwa Tevhîd ve girêdayî bûn, niha bi temamî li cem Eniya El Nûsra cih digirin û tevlî komkujiyên li Til Eran û Til Hasil dibin. Mixabin di nava wan de Kurd jî hene. Li Til Eranê malbateke Kurd heye û ji bo tolê ji malbateke din hilîne, diçe komên AA tîne dixe mala xwe. Û êrîş jî ji wir destpê dike. Xiyaneta mezin bi vî rengî destpê kir.

BANG LI AA

Ti vîn û serdestiya Artêşa Azad (AA) li ser axa Sûriyê tineye. Bi rastî jî hêz û rêveberên AA li derve ne. Yên ku li hundur jî têdikoşin, ti nirxên wan ên mezin tinene ku pê ve dilsoz in. Li ser du tiştan hatine cem hev; ya yekemîn, dizî ya duyemîn jî di bin navê Îslamiyetê de li hev kom bûne. Ji bo ji derve hêzê, alîkariyê bigirin, xwe bi AA ve girê didin.

AA  ya bi armanca şoreşê ket rê, mixabin li Heleb, Reqqa û Hesekê ne xwedî bandor e. Navê wê tê bikaranîn.

Banga me ji AA ew e ku helwesta xwe diyar bike. Eger dixwaze li dijî gelê Kurd şer bike, bila ji raya giştî re eşkere bike. Eger naxwaze, hingî divê li hemberî hêzên li ser navê wê şer dike, helwestê nîşan bide. Bi dek û dolaban, bi sûdwergirina ji êrîşan re şoreşgerî nabe, têkoşîna şoreşê nayê meşandin. Eger dixwazin li dijî gelê Kurd şer bikin jî, divê vê ji raya giştî re eşkere bike.

‘DIXWAZIN ŞERÊ KURD-EREB DERXÎNIN’

Gelo armanc; derxistina şerekî Kurd-Ereb e...

Ji xwe hin hêz hene dixwazin gav bi gav vî şerî bikin şerê Kurd-Ereb. Hin hêz hene ji destpêka şoreşa Sûriyê û vir ve dixwazin şerê Kurd û Ereban derxînin. Hin hêzên komployê bi vî rengî diafirînin hene. Lê belê, ji ber berpirsyarî û hestiyariya tevgera Kurd a li Rojavayê Kurdistanê û YPG'ê, pêşî li vê hat girtin. Lê niha hêzek xwe bi navê Îslamî nixumandiye, dixwaze şerê Kurdan dike. Û dixwaze vê armanca hêzên komploker ên navnetewî gav bi gav bicih bîne. Polîtîkayên wan ên komkujiyê, polîtîka û pêkanînên qirkirina Kurdan e. Weke şerekî li dijî Kurdan qebûl dikin û bi vî rengî dimeşin. Ev ne çanda me ye. Li gelemperiya herêma me Ereb hene. Li cihên mîna Dêrik, Qamişlo, Serêkaniyê, Kobanê û Efrînê Ereb hene.

‘DERIYÊ SÎNOR GIRTÎ YE, EM NIKARIN BIRÎNDAREKÎ XWE JÎ DERBAS BIKIN’

Kurd li ku devera van êrîşan e. Û divê gelê Kurd li hemberî vê çi bike?

Li dijî Kurdan, li dijî vîna wan a siyasî komkujî û êrîş tên kirin. Û ev yek di çarçoveyeke gelekî berfireh de tê meşandin. Bi vê armancê dorpêçek dorfireh heye. Di nava vê dorpêçê de mixabin aliyên Kurd jî hene. Ez bi xemgînî tînim ziman, lê rastî ev e. Bi vê dorpêçê dixwazin firsenda dîrokî ya ketiye destê Kurdan qels bikin, ji dest birevînin. Ketine pozîsyona xiyanetê.

Tirkiye bi awayekî servekirî piştgiriyê didin van komên çete yên êrîşî Kurdan dikin. Bi sedan endamên çete ji Tirkiyê derbasî herêma me dibin, êrîşî gelê me û hêzên me dikin. Dîsa ji Tirkiyê, ji van hêzan re çek, cebilxane û derman tên şandin. Birîndarên wan jî dibin û derman dikin.

Yê me jî bi tenê deriyê Sêmalka heye. Ew derî jî di vê demê de girtin. Destûrê nadin ku birîndarek, nexweşek jî derbas bibe. Ambûlansên ji derveyî welat ji bo alîkariya me hatine jî, nahêlin derbas bibin. Şer ne tişteke, dorpêça wan jî ne tişteke, lê cihgirtina hêzên Kurd di nava van êrîşan de me birîndar dike. Me diêşîne. Divê gelê me yê li Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî vê hişyar be. Hemû hêzên cîhanê xwe di nava komên çete de birêxistin dikin û ji bo tinekirinê bi ser te de tê, di rewşeke bi vî rengî de cihgirtina Kurdan li van êrîşan nayê qebûlkirin. Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bi girtina deriyê sînor re nîşan dide ku ew bi awayekî li gel van êrîşkaran cih digire. Kurd wê vê qebûl nekin. Bi qasî ku em ji sînorên din piştgiriyê werdigirin, em ji sînorê welatê xwe destekê nabînin. Ev yek, li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê sûcekî dîrokî ye. Cîhan li hemberî van êrîşan bêdeng dimîne, em bêjin me fêm kir; ew dijmin e. Di ser de birayên me, Kurd, hikûmeta herêmî bi van pêkanînan re dibe parçeyek ji van êrîşan.

Em bang li gelê xwe yê li Başûr dikin ku li hemberî van pêkanînan helwestê nîşan bide. Pêwîste, êş û êrîşên li dijî gelê me yê Rojava, ji aliyê gelê me yê Başûr ve neyê qebûlkirin. Divê li hemberî vê rewşa hikûmeta xwe, helwestê nîşan bide. Ji bo birîndarên xwe ji mirinê rizgar bikin, em nikarin bişînin wî aliyê welatê xwe. Ev çi pêkanîne, Kurdbûyîneke çawa ye, xuşk û biratiyeke çawa ye? Ev ji bo tevahiya Kurdan şermek e.