Kurd bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên Iraqê dibin

Kurd bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên Iraqê dibin

Di civîna îro ya li bajarê Kerkûkê de ya li ser beşdarbûna aliyên siyasî yên Kurd li hilbijartina herêmên Kurd yên ku pirsgirêk li ser hene, biryar hat dayîn ku aliyên Kurd bi yek lîsteyê beşdar bibin.

Îro li navenda Partiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya bajarê Kerkûkê bi beşdarbûna aliyên siyasî yên Kurd civînek li ser hilbijartinên Iraqê ên sala 2014 hat li darxistin. Civîn li ser hilbijartinên bajarê Kerkûk û herêmên din yên ku pirsgirêk li ser hene pêkhat. Di civînê de piştî nîqaşên berfih  biryar hat dayîn ku aliyên siyasî ên Kurd yên li van herêman bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin.

Aliyên siyasî ên Kurd biryar dan ku li ser navê lîsteya “Kerkûka Kurdistanê” beşdarî  hilbijartinên herêmên Kurdan yên pirsgirêk li ser hene bike. Logoya lîsteyê jî wek ala Hêrêma Başûrê Kurdistanê hat destnîşan kirin.

Yek ji endamên beşdarî civînê bûyî û endamê Partiya Çareseriya Demokartîka Kurdistanê (PÇDK) Azad Şêxanî ji ANF’ê re axivî û da diyar kirin ku, civîn ji aliyên partiyên siyasî û aliyên siyasî yên Kurd yên li Kerkûkê bi awayekî serkeftî pêkhat. Şêxanî di derbarê beşdar bûna hilbijatinan de jî got ku, helwesta me ew bû ku partî û aliyên siyasî ên li Kerkûkê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên giştî yên Iraqê bibin. Pêkhatina vê listeyê ji pêngavekî girînge.

Desteya Hilbijatina Iraqê ji berî çend rojan roja hilbijartinên Iraqê yên 30’ê Nisana 2014’an diyar kiribû. Li ser vê yekê Kurd jî xwe ji bo hilbijartinan amed dikin. Li Herêma Başûrê Kurdistanê gelek deverên wek Mûsil, Kerkûk, Diyala, Mexmûr, Xaneqîn ta niha pirsgirêk li ser hene û ne ketine li ser Herêma Başûrê Kurdistanê.