Kurd dixwazin Nûçe û Stêrk Tv li ser Nîlsatê weşanê bike
Kurd dixwazin Nûçe û Stêrk Tv li ser Nîlsatê weşanê bike
Kurd dixwazin Nûçe û Stêrk Tv li ser Nîlsatê weşanê bike
Li Herêma Federal ya Başûrê Kurdisatnê ji bo Nûçe TV û Stêrk TV careke din li ser Nîlsatê weşanê bikin 20 hezar îmza hatin komkirin. Di kampanyaya encamên wê bi daxuyaniyekî ji çapemeniyê re hatin aşkera kirin de îmzayên hatin komkirin dê ji lijneya weşanê ya Nîlsatê re bên şandin.
Li Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê ji bo careke din Nûçe û Stêrk TV li ser Nîlsatê ya bêyî hincet weşanên wê hatin qutkirin careke din li ser Nîlsatê weşanê bikin kampanya îmzeyan hatibû destpêkirin û kampanyaya bi encam bû. Encamên kampanyayê bi civînekî çapemeniyê ji raya giştî re hatin aşkerakirin. Ji bo Nûçe TV û Stêrk TV li ser peyka Nîlsatê çareke din weşanê bike ji bo Nûçe TV 20 hezar û 719 û ji Stêrk TV jî 22 hezar û 883 îmza hatin komkirin.
Têkildarî kampanyaya ji aliyê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan ve dihate meşandin Mela Zana Xeyam daxuyanî da û diyar kir ku,li herêma Şengal û Xaneqînê wan îmza kom kirin û wiha got: "Li gorî zagonên Ewropayê ji bo televîzyonek li ser peykekê weşanê bike 15 hezar temaşevan besin. Me 20 hezar îmza komkirin. Heke pêdivî pê hebe em dikarin ewqasên din jî kom bikin." Xeyam da zanin ku, ew dê îmzayan bi riya postayê ji lijneya weşanê ya peyka Nîlsatê re bişînin.
Stêrk TV di sala 2009'an de li ser peyka Nîlsatê dest bi weşana testê kir û di 6'ê sibata 2012'an de dest bi weşana asayî kir. Di 30'ê îlona 2012'an de jî bêyî hincetekî zagonî nîşan bidin bi peyman yek alî û siyasî hate feskirin. Nûçe TV jî ligel mafê weşanê girtî jî destûr ji weşanê wê re jî nehate dayîn û peyman hate betalkirin.