Kurd ji bo Kobanê di 25-26'ê Îlonê de li Berlînê dicivin
Kurd ji bo Kobanê di 25-26'ê Îlonê de li Berlînê dicivin
Kurd ji bo Kobanê di 25-26'ê Îlonê de li Berlînê dicivin
NAV-DEM'ê bang li Kurdistaniyên li Elmanyayê kir, ku di 25-26'ê Îlonê de beşdarî çalakiya rûniştinê ya girseyî ya li Berlînê bibin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Elmanyayê (NAV-DEM) di 25-26'ê Îlonê de li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya rûniştinê ya girseyî lidar dixe û banga tevlîbûnê kir.
NAV-DEM'ê got, "Xwedîderketina li berxwedana Kobanê, xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye" û destnîşan kir ku dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê hewl didin qirkirin û barbariya li Kurdistanê dike li her derê belav bike. NAV-DEM'ê ragihand ev barbarî di nava sê salên dawî de bi awayekî rêk û pêk dewam dike û ev xal destnîşan kir, "Çeteyên DAIŞ'ê yên gelek caran êrîşî Kobanê, Cezza û gelemperiya Rojava kirin, piştî ku derbên giran xwarin vê carê di destpêka meha Tebaxê de berê xwe da Mûsil, Şengal û Mexmûrê."
NAV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bi hin peymanên qirêj ên navbera AKP, Komara Tirkiye û çete û nokerên wan re, careke din desketiyên gelên Kurdistanê hedef hatine girtin û diyar kir ku AKP'ê hevkariya xwe ya bi van çeteyan de li pêşiya çavê tevahiya cîhanê bilêv kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Xwedîderketina li berxwedana Kobanê xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye" hat bibîr xistin ku wê bi vê armancê li Brandenburger Tor a Berlînê di navbera 25-26'ê Îlonê de çalakiya rûniştinê ya du rojan lidar bixin û bang li Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Oldenbûrg, Lohne, Kassel, Erfûrt, Hambûrg, Hannover, Salzgitter, Peine, Hildesheim, Bremen, Bremenhafen û Halle'yê hat kirin ku beşdarî çalakiyê bibin.