Kurd ji bo mîhrîcanê li perava Çemê Rrehîn kom bûn

Kurd ji bo mîhrîcanê li perava Çemê Rrehîn kom bûn

Kurdên li Ewropayê dijîn û dostên wan, ji bo 22’emîn Mîhrîcana Çand Kurd a Navneteweyî ya li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê hatin cem hev.

Bi hezaran kesên ku şeva Înê ketin rê di saetê sibê de li sahneya mezin a li rex perava Çemê Rrehîn hatibû avakirin civiyan. Kesên bajarên dûr hatin piranî bi kolektîf bi otobusan ketin qadê. Yên din jî bi wesayîtên xwe yên taybet hatin.

Kurdên bajarên Îskandînavyayê ji ber ku mîhrîcana xwe xwe bi xwe organîzekirin, zêdetir tevlibûna wan bi girseyî çênebû.

Yên ji Hollanda, Fransa, Swîsre û Belçîkayê hatin li qadê gihiştin hev. Ancax di saetê nîvro de bi otobusan hatin. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) Yuksel Koç ku mîhrîcan organîze  kir diyar kir ku ew dipên ku tevlibûn li gorî salên din zêdetir be.

Şahiya ku di navbera du pirên li ser çemê Rhen pêk tê de, îsal beyî bîlet ketin qadê. Polîsê Elman li derdorê tedbîrên ewlehiyê girtin û organîzatorên mîhrîcanê jî tedbîrên ewlehiyê girtin.

Di konên ku li dora sahneyê hatin avakirin de li gel bernameyên çandî û siyasî, xwarin jî tê firotin.

Li qadê di konê balê dikişîne tê payîn ku hunera dengbêjiyê bê zindîkirin. Li sahneyên posterê mezin ê Ocalan hat daliqandin. Her wiha pankarta ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ hat daliqandin. 

Ji ber komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê di bernameya muzîkê de guherîn hatin kirin.

Li gorî salên buhrî îsal zêdebûna tevlîbûna organîzasyonên Kurd jî bal kişand. MLKP, Eniya Çep û organîzasyonên MLDP a Elman jî tevli bûn.

Girseya li pêş sahneyê wêneyên Ocalan vekirin û alên PJAK, YPG û KJB’ê hildan.

Tê payîn ku bernameya mîhrîcanê saet di 12.00’an de destpê bike.