Kurd jî di Civîna Gelan a Rioyê de ne

Kurd jî di Civîna Gelan a Rioyê de ne

Li bajarê Brezîlye tevî civîna bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) Forûma Civakî ya Cîhanê jî bi sernavê “Civîna Bilind a Gelan” de pêk hat. Zêdetirê 100 hezar kes roja çarşemê beşdarî Meşa Gelên Cîhanê bûn û di nava civîna bilind de Kurd jî hene.

Serokên 86 hikûmet dewletan roja çarşemê li Rioyê civiyan. Civîna bi navê Rio+20 tevî Serok DYA’yê Barack Obama, gelek rêberên welatên din beşdar nebûn. Tê diyarkirin ku ev civîn bi armanca “ji bo cîhanê bixin rêyek baştir ji bo ekolojî û civakê” tê lidarxistin.

Ev civîna bilind a hawirdorê, piştî 20 salan li Rioyê tê lidarxistin. Di sala 1992 de Civîna Bilind a Gelan li ser têkoşîna miroan a li hemberî guhertina avhewayê û lêgerînên siyasî yên ji bo vê yekê hatibû lidarxistin. Rêberên wê demê, li ser pênaseya “geşedana mayînde” de li hev kiribûn, bi vî awayî bingehê Protokola Kyoto ya ku piştî pênç salan hat îzmekirin, hat danîn.

KONSEPTA ABORIYA KESK

Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban Kî Moon axaftina vekirinê kir û got; “Em qebûl dikin ku modelên berê yên ji bo geşedana aboriyê û pêşxistina civakî êdî bi kêr nayên. Ban Kî Moon got; “Hina dema hewldanê ye” û Em destûr nedin ku zarokên civîneke din a Rio+40 û Rio+60 li dar bixin” 191 rêberên cîhanê yên beşdarî civînê bûne, divê deklerasyona ji go konsepta “aboriya kesk” erê bikin. Bi vê yekê dixwazin rêveberiya hawirdorê ya cîhanê xurt bikin.

Piştî muzakere û gotûbêjên bi mehan metna ji bo 50 rûpelan pêk tê di roja sêşemê de li her kirin. Lê hin rêberên Ewropa û saziyên sivîl ên cîhanî vê konseptê kêm dbînin.

Yek ji mezintirîn rêxistinên sivîl ên cîhanê Greenpeace ji konseptê re got “binketina epîk”, WWF jî got; “Şkestina hêviyan”. Seroka Costa Rica Laura Chinchilla rêberên welatên di warê aboriyê mezin (Almanya, Rûsya, Îngilîstan…) ji ber beşdarnebûna civînê rexne kir.

ZÊDETIRÊ 100 HEZAR KES LI KOLANÊN RIOYÊ NE

Di dema vê civîna bilind de, li kolanên Rioyê bi beşdariya zêdetirê 100 hezar kesî li ber baranê “Meşa Gelên Cîhanê” pêk hat. Di meşa rengîn de daxwaza reform û guhertinên aborî hatin kirin. Meş ji aliyê 200 rêxistinên sivîl ên cîhanê ve hat organîzekirin û pankartên “Mac Killer” û “Murder King” ên ku şîrketên fast-food dên DYA’yê McDonald û Burger King protesto dikirin, hatin hilgirtin.

Hawirdorparêz, karker, memûr, çalakên reşik, hevzayend, xwecih, feminîst û Kurd jî beşdarî vê meşê bûn.

KURD JÎ BEŞDAR BÛN

Ligel civîna bilind a NY’yê, Civîna Bilind a Gelan, bi beşdariya zêdetirê 1600 xwecihan pêk hat. Xwecihan xwestin axa wan bê parastin. Civîna Bilind a Gelan di 15’ê hezîranê de dest pê kir û dê heta 23’ê hezîranê bidome. Bi navê Kurdan, heyetek ji KNK, BDP û Kon-Kurdê beşdarî civînê bûn û bi panelên bi sernavên çapemeniya alternatîf, krîmînalîzasyon, komunîkasyon, têkoşîna jinê, nirxên hevpar, Bihara Ereban, Sûriye û rewşa Kurdan, pozîsyona xwe girtin. Kurdan di civînê de asta pirsgirêka Kurd gihiştiyê, pêşketinên li Rojhilata Navîn û rola Kurdan nirxandin.