Kurdan bajaroka Çelaxayê ji rejîmê rizgar kir
Kurdan bajaroka Çelaxayê ji rejîmê rizgar kir
Kurdan bajaroka Çelaxayê ji rejîmê rizgar kir
Serê vê sibê gelê bajarokê Çilaxa ya Rojavayê Kurdîstanê girêdayÎ Girgê Legê dest danîn ser hemû navendêN rêjîma Sûriyeyê û bajarokê bî temamî ji bermahiyên rêjîma Baasê rizgar kir..
Îro di saetên serê sibê de gelê Çelaxa ya ku li ser riya Qamişlo û Girkê Legeyê dest danî ser hemû avahiyên rêjîmê û bajarê xwe azad kirin.
Herî dawî, şervanên YPG’ê di 9’ê Çileyê de dest bi dorpêçkirina Tabura Leşkerî ya Gir zîro kirin. Di vê dorpêçkirinê de ji 5 aliyan şer rûda û bû sedama kuştin û birîndariya hin leşkerên rejîma Sûriyeyê. Piştî dorpêça 11 rojan berdewam kir, Fermandariya Biryargeha Navendî ya YPG'ê aşkere kir ku herêma Gir Zîro bi temamî ketiye bin kontrola wan.
ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
Kurdan li aliyekê li dijî êrîşan liberxwe dan û neketin nava şerê qirêj, li aliyê din jî pêdiviyên siyaseta xwe ya serbixwe bicîh anîn. Di vê çarçoveyê de di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêvajoya şoreşê ku paşerojek wê ya dehan salan heye, pêngavek din pêşve bir û rêveberiyên bajaran girtin destê xwe. Roja 19’ê Tîrmehê li bajarê Kobanê gel hêzên rejîmê ji bajêr derxistin, piştî Kobanê li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amudê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Tiltemir rêveberiyên bajaran hatin bidestxistin. Her wiha li bajarên Sûriyeyê yên wekî Heleb, Rakka û Hesekê jî li taxên ku piranî kurd lê dijîn, hêzên rejîmê hatin derxistin. Li bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo hêzên rejîmê hîn nehatine derxistin, lê ji bilî avahiyê fermî yên rejîmê, hemû bajar di destê gel de ye.
YEKÎNEYÊN PARASTINA GEL
Bi destxistina rêveberiyên bajaran re kurdan xeta parastinê jî xurt kir. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di 2004’an de dest bi xebatên wê hatibû kirin û di sala 2011’an de bi awayekî fermî hatibû îlankirin, lez da xebatên birêxistinkirinê. Li tevahiya sînorên Rojavayê Kurdistanê yekîneyên YPG’ê hatin bicîhkirin û li dijî êrîşan jî destkeftiyên herêmê parastin.