Komek ya ciwanên Kurd li paytextê Awisturya Viyanayê buroya navenda Rêya Hewayî ya Tirkan dagirkirin.
Komek ciwanên Kurd ji bo balê bikêşin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh bi şev demjimêrên di 18’an de kom bûn û buroya THY’ê ya li Karzplatz dagirkirin.
Çalakiya ku nêzî demjimêrekê dom kir, dema ku xebatkarekê buroyê gaza bîberê avêt ser ciwanekê Kurd rageşî derket. Polîsan xebatkarê THY’ê yê gaza bîberê bikar anî û ciwanê Kurd binçav kir.