Kurdê di şewata sînor de birîndar bibû jiyana xwe jidest da
Kurdê di şewata sînor de birîndar bibû jiyana xwe jidest da
Kurdê di şewata sînor de birîndar bibû jiyana xwe jidest da
Welatiyê Kurd Segvan Remê ku di encama agirê ku leşkrên artêşa Tirk di meha Hezîranê de berdabûn firazeyên gundên Tirbespiyê de birîndar bibû, jiyana xwe jidest da.
Di meha Hezîrana derbasbûyî de, leşkerên Tirk agir bi sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê xistibûn. Agirê ku li sersanserî herêma sînor nêzî 15 kîlometre belav bû gihişt gundên Etbê, Dêrna Axê û Xirab Reş ên herêma Tirbespiyê. Di encama agir de bi qasî 1000 hektar erdên firaze şewitî û welatiyê 50 salî yê bi navê Ebdilqadir Umer ê ji gundê Etbê jiyana xwe ji dest dabû, Nêçîrvan Kirho û Beşîr Riyad ên ji gundê Dêrna Axê, welatiyê bi navê Segvan Remê yê ji gundê Xirabê Reş jî birîndar bibûn.
Welatiyê birîndar ê bi Navê Segvan Remê ku rakiribûn Başûrê Kurdistanê roja Pêncşemê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Remê li gundê Xirabê Reş bi beşdariya sedan welatiyan sipartine axê.
Segvan Remê di sala 1978’an de li gundê Xirabê Reş ji dayik bûye û bavê 5 zarokane.