Kurdekî ji Başûr li zîndana Îranê li benda bidarvekirinê ye

Kurdekî ji Başûr li zîndana Îranê li benda bidarvekirinê ye

Hemwelatiyekî Kurd ê ji  navçeya Seyidsadî ya bajarê Silêmanî, li zîndana bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sineyê li benda bi darvekirinê ye.

Li gorî çavkaniyên herêmî  Kurdê bi navê Omer Kerîm Şerîf di 26’ê Nîsana 2000’an ve  li girtîgeha  bajarê Sine dimîne, ji aliyê Hikumeta Komara Îslam ya Îranê ve hatiye agahdar kirin ku wê di demê nêzik de bê bi darvekirin.

Omer Kerîm Şerîf mehkumê bi darvekirinê ye, vaye 13 sal li Girtîgeha Bajarê Sinê girtiye.

Yek ji binemala Omer Kerîm Şerîf agahî da kurdpa'yê û piştrast kir ku Şerîf bi xeteriya darvekirinê re rû bi rû ye.

Omer Kerîm Şerif 3 sal li bajarê Sine li hucreyek yek kesî de hat ragirtin û rastî îşkenceyê hat.