Kurdên ji Rojava li axa xwe vedigerin
Kurdên ji Rojava li axa xwe vedigerin
Kurdên ji Rojava li axa xwe vedigerin
Bi sedan welatiyên herêma Efrînê ku koçberî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibûn li Rojava vegeriyan.
Welatiyên Kurd ên herêma Efrînê ku koçberî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibûn, ji ber nêzîkbûna demsala berhevkirina zeytûnan, her wiha ji ber rewşa jiyanê ya zehmet vegeriyan Rojava.
Bi sedan welatiyên ku ji herêma sînor a navçeya Raco vegeriyan Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku rewşa jiyana wan li Tirkiyê gelekî aloz bû, buhayê xwarin û pêdiviyên jiyanê pir giran bûn û konên ku penaber têde dijiyan wan ji sermaya zivistanê naparêzin. Welatiyan da zanîn ku wan ji ber van sedeman û ji ber nêzîkbûna demsala berhevkirina zeytûnan biryar dane ku vegerin malên xwe. Hinek wekatiyan da zanîn ku ew di dema vegerê de rastî astengiyên leşkerên Tirk hatine.
Welatiyên bi navê Xelîl Bekir û Mihemed Şêxo diyar kirin ku piraniya koçberan di konan de dijîn, konên wan bi kêrî demsala zivistanê nayên. Her wiha buhayê pêdiviyên jiyanê her roj buha dibû.
Welatiyê bi navê Mihemed Şêxmûs jî diyar kir ku ew di dema vegerê de rastî astengiyên leşkerên Tirk hatine. Şêxmûs da zanîn ku leşkeran astengî ji wan re derxistine û qaçaxçiyan gelek pere ji wan standine.