Kurdên li Adigeyê DAIŞ şermezar kirin û piştgirî dan Kobanê

Kurdên li Adigeyê DAIŞ şermezar kirin û piştgirî dan Kobanê

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar bikin û bala gelê herêmê bikşîne ser van êrîşan, civînek lidar xistin.

Kurdên li Komara Xweser a Adigey a Rûsyayê dijîn, îro danê sibê ji bo êrîşên DAIŞ ên li ser Kantona Kobanê şermezar bikin di civînekê de li hev civiyan. Civîn saet di 11:00’an li avahiya Otonomiya Çanda Kurd a Agirî, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê destpê kir.

Di civîna ku gelek Kurdistanî amadebûyî de Cîgirê Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Agirî Xwedêda Keleş axivî. Keleş di axaftina xwe de diyar kir ku êrîşên li Kobanê tên kirin ne niha hatine plankirin û got: “Ev demek dirêj e ku ji bo desketiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê têk bibin êrîşên pir qirêj li ser gelê Kurd tên meşandin. Bi taybet êrîşên ku bi destê çeteyên xwînxwar DAIŞ li ser kantona Kobanê her diçe zêde dibe. Diyare ku wan bi alîgirê xwe re ji bo Kobanê bixin li hev kirine. Ev jî dide diyar kirin ku ev êrîşên li ser Kobanê tên meşandin berhemên planên demdirêj in. Lê îradeya gelê Kurd wek her cara wê van plan û êrîşa jî vala derxe. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd ji bo Kobanê seferber bûye. Keç û xortên Kurdan ji bo axa xwe biparêzin wek lehiyê diherikin qada şer. Îradeya gelê Kurd a bi hesreta azadiyê tê avdan ti hêz nikarin bişkînin.”

Kurdistaniyên ku beşdarî civînê bûne jî di axaftinên xwe de DAIŞ bi tûndî şermezar û lanet kirin. Her wiha rêveberên otonomiya Agirî di civînê de dan xuyakirin ku ji bo gelê heremê li ser êrîşên DAIŞ û berxwedana Kobanê bibe xwedî agahî wê xebatên xwe berdewam bikin.