'Kurdên li bajarên Ereban dijîn belavî çar aliyan bûn'
'Kurdên li bajarên Ereban dijîn belavî çar aliyan bûn'
'Kurdên li bajarên Ereban dijîn belavî çar aliyan bûn'
Me li deriyê du malbatên Kurd ên ku koçber bûne xist. Me guhdarî şerê li wir diqewime û bûyerên dijwar kir. Yek ji malbatên koçberê Amedê bûne malbata Lebîha Şewket e. Lebîha Xanim niha serwera malê ye. Di şeran de 3 mêrên malbatê hatine kuştin û 3 jî winda ne. Piştî wê, Lebîha pêşengiya malbatê kiriye û koç ber bûne û malbatê gihandiye Amedê.
ME MAL Û MILKÊ XWE BI CIH HIŞT Û EM HATIN
Em êdî tiştên hatine serê wan ji Lebîha Xanimê bibihîsin: "Me li Helebê dijiya. Piştî şer em ji Helebê hatin Riahyê. Li wir 10 rojan man. Di şerê rejîmê û Artêşa Azad de 3 zilamên me hatin kuştin û 3ê jî winda ne. Em ne alîgirên tu kesî bûn. Em di nava şer de man û ji ber wê windahiyê me çêbûn. Piştî şer dijwar bû, êdî jiyana li Helebê zor bû. Me biryar da ku em biçin ba Kurdan. Em ji Helebê hatin Rihayê . Me mal û milkê xwe hişt û em hatin. Li Helebê mal û xaniyên û erdek mezin ê me heye. Me li wir hişt û em hatin. Niha em nizanin ketiye destê kê. Em ji Rihayê jî hatin Amedê. Me kesî nas nedikir. Me hatin vê malê û me xanî kirê kir. Cîranên me hema li me kom bûn û xwedî li me derketin. Tiştên malê, xwarin û kinc ji me re anîn. Her roj xwarin tînin, çi bixwin bi me re parve dikin. niha ji malbatê tu kesek naxebite. Firsenda me ya xebatê jî tune ye. Em niha tenê li bendê ne. Em her roj ji televîzyonê şer dişopînin. Em nizanin dê çawa bibe.
TENÊ RÊYEK RIZGARIYÊ HEYE EW JÎ YEKITÎ YE
Hemd ji Xwedê re, gelê me heye. Em li gel bakûr, başûr, rojava û rojhilat Kurdistanî ne. Em Kurd in. Dara düşünce gelip milletimize sığındık. Wana deriyê malên xwe ji me re vekir. Ev yek nîşan dide ku em ê bi yekitiyê rizgar bibin. Tenê rêyek a rizgariya Kurdan heye ew jî yekitî ye!
Li Sûriyeyê niha agir dibare, her der bûye kavil. Piştî şer li Rojava dest pê kir, bajarên Kurdan ketin bin kontrola YPG’ê. Gel çek girt, mal, tax û bajarên xwe parastin. Şikir ji Xwedê re ku YPG heye. An ne heta niha piraniya Kurdan dê bihata kuştin. Yên din jî dê koçberê welatên din bibûna. Kesên weke me yên li bajarên Ereban koçber bûn. Hin ji wana çûn Başûrê Kurdistanê, hin hatin Bakûrê Kurdistanê, hin jî koçberê welatên weke Urdin bûn. Lê Kurdên li Rojava li cih û warê xwe man. Niha tengasiyên mezin li Rojava hene, lê ligel vana hemûyan li ser welatê xwe ne. Ev yek jî bi xêra Serok Apo û YPG’ê çêbû. Sed şikir ji Xwedê re ku YPG Kurdistanê diparêze. Em her roj ji bo Serok Apo û milîtanên YPG’ê dûayan dikin."
CIWANÊN KURD DI DESTÊ REJÎMÊ DE DÎL IN!
"Bi hezaran ciwanên Kurd ên ku leşkeriya rejîma Sûriyeyê dikin hene, rehîn in. Piştî ku şer dest pê kir, têkiliya wan bi malbatên wan re qut bûn. Malbatan xwestin wana rizgar bikin, lê nizanin li lûn e. Hin ji wana reviyan û hatin Rojava, lê bi hezaran ciwanên Kurd weke rehîn di nava artêşa Sûriyeyê de ne.” "
ÇETEYÊN ARTÊŞA AZAD BI ZORÊ DIKETIN MALÊN ME!
Piştî em Labîha Xanim guhdarî dikin, em diçin malbateke din. Hesenê Mehmud me bi kelecaneke mezin pêşwazî dike û kêfxweşiya xwe ya ji bo hatina me tîne ziman. Li hewşa bi kevir ya dîrokî a Amedê dest pê dike û vedibêje: “Em li Helebê li taxeke ku zêdetir ereb lê dijiyan diman. Di navbera Rejîma Esad û Artêşa Azad de şer diqewimî û me zirarên mezin didît. Leşkerên Artêşa Azad bi zorê diketin malên me û diçûn sîwaneyên xaniyên me û gule li leşkerên rejîmê û balafiran dibarandin. Dema wan ji malên me gule dibarandin, wan jî bombe dibarandin ser cihên ku ew hedef dihatin girtin, yanî li malên me bombe dibarandin. Taxên me bombebaran dikdin. Edî em nekaribûn li wir bisekinin. Ya em dê liwir bimana an jî divê me koç bikra. Em weke malbatên kurd neçar man koç bikin. Bi me re malbatên ereb jî koç kirin. Me jî koçî Rihayê kir. Li navçeya Akçakaleyê em 17 rojan li mala kurdekî bûn mîvan. Xwedê jê razîbe. Em kirin mîvan em qebûl kirin. Piştre me biryar da ku em bên Amedê. Em hatin Amedê û me xaniyek kirê kir. Lê pereyê me tune bû. Jineke kurd ku rewşa me hîn kiribû hat ev xanî nîşanê me da û got hun dikarin li vir bimînin. Em jî hatin li vir bi cih bûn. Cîranên me jî jime re dibin alîkar. Gelê me alîkarî da me. xwedê ji wan razîbe. Niha zarokên me pêlavan boyax dikin. Em wisa debara xwe dikin. Em dixwazin şer bi dawî be.”
LI ROJAVA DESTAN TÊ NIVÎSÎN!
Li Sûriyeyê kurdên li bajarên ereban li her derê belav bûn. Koç kirin. Koçî başûr, bakurê Kurdistan û welatên din kirin. Lê Rojava têdikoşe. Qamişlo, Efrîn, Kobanê û cihên din yên kurdan destanê dinivîsine. Her tişt di bin kontrola YPG’ê de ye. YPG ne hêzên rejîmê û ne jî hêzên Artêşa Azad dikeve bajarê kurdan. Hêzên Artêşa Azad ku piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin hemû çete ne. Lê bi destura xweda li dijî YPG’ê tu şensê wan tune. Li Rojava zehmetiyên mezin hene. Ceyran tune, xurek tune. Di bin şertên giran de ne. Fedakariyeke mezin nîşan didin. Niha yekane hêz YPG ye û hemû gel girêdayê Apo û YPG’ê ye. îro çi qezenca me hebe bi saya serok Apo ye. em her tiştî deyndarî wî ne.”