Kurdên li Dortmundê dê piştgiriyê bidin Meşa Aştiyê
Kurdên li Dortmundê dê piştgiriyê bidin Meşa Aştiyê
Kurdên li Dortmundê dê piştgiriyê bidin Meşa Aştiyê
Meşa Roja Aştiya Cihanê ku wê sibê li bajarê Elmanyê Dortmûndê were lidarxistin, dê Kurd jî piştgiriyê bibinê. Bi daxwaza bê çekkirinê û şermezarkirina nîjadperestiyê YEK-KOM ji bo beşdariyê beng li Kurdistaniyên li herêma NRW kir..
Bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê aştîxwazên li Elmanyayê wê di 31’ê Tebaxê roja Yekşemê de li bajarê Dontmûndê ji bo bêçek kirinê û li dijî şer, bên gel hev. Li ber navenda trenê di demjimêr 10:00’an de meşê destpê bike. Yekitiya Sendîkayan (DGK), dêr û rêxistinên aştiyê meşê organîze dikin û dê di meşê de nîjadperestî ji bê şermezarkirin.
Meşa ku tê payîn ku bi deh hezaran kes tevlî bibin, Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) jî piştgiriyê didinê. YEK-KOM’ê ji Kurd û dostên wan ên ku li herêma NRW’ê dijîn xwest bi al û rengên xwe beşdar bibin.
YEK-KOM’ê her weha wê di vê hefteyê de ji bo piştgiriya Rojava li van bajaran mitingan organîze bike.
DUISBURG: Wê îro meş û miting çêbibe. Mitinga ku Yekitiya Hêza Demokratîk organîze dike dê di demjimêr 16:00’ an de li ber Hauptbahnhof’ê destpê bike. Dê Kurdên li Essenê dijîn jî piştgiriyê bidinê.
HAGEN: 30’ê Tebaxê roja Înê meş û mitingê bê li darxistin. Wê meş di demjimêr 16.00'na de li Hauptbahnof'ê destpê bike.
NURNBERG: 31’ê Tebaxê dê meş û mitingê were li darxistin. Meşê di demjimêr 15.00'an de li meydana Annapark-Maffeipllat destpê dike.
STUTTGART: 31’ê Tebaxê dê meş û mitingê were li darxistin. Meşê di demjimêr 16.00'an de ji aliyê Yekitiya Hêzên Demokratîk ve li meydana Luisenplatz destpê dike
DARMSTADT: 31’ê Tebaxê dê meş û mitingê were li darxistin. Meşê di demjimêr 16.00'an de destpê dike
SIEGEN: 31’ê Tebaxê dê meş û mitingê were li darxistin. Meşê di demjimêr 16.00'an li meydan a Siegerlandhalle destpê dike
HAMBURG: Ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê wê ji aliyê Yekitiya Hêza Demokratîk ve di 31’ê Tebaxê meş û mitingê were li darxistin. Meşê li Stasyona Dammtor'ê di demjimêr 14:00’an de were despêkirin.
BERLÎN: Roja 7’ê Îlonê ji bo piştgiriya bi Rojava re Saziyên Kurdan û Platforma Organîzasyonê meş û mitingê were organîze kirin. Meşê demjimêr 13:00’an de li meydana Hermanplatz destpê dike.
BREMEN: Bi beşdariya Kurdistaniyên ji Li Oldenburg û Lohnê meş û mitîngê bê lidarxistin. Meş wê roja 7'ê îlonê ji aliyê Saziyên Kurdan û Yekitiya Hêzê ya Demokratîk ve bê organîzekirin.
HANNOVER: Bi beşdariya Kurdistaniyên ji Salzgitter, Peine, Hîldesheîm û Kassel’ê meş û mîtîngê roja 7'ê Îlonê bê lidarxistin.