Kurdên li Elmanyayê ji bo Kobanê dadikevin kolanan
Kurdên li Elmanyayê ji bo Kobanê dadikevin kolanan
Kurdên li Elmanyayê ji bo Kobanê dadikevin kolanan
Bi meş û xwepêşandanên li gelek navendên Ewropayê re wê rêxistina terorê DAIŞ bê şermezarkirin. NAV-DEM'ê bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku beşdarî xwepêşandanên protestoyî bibin.
Navendên Civaka Kurd a Demokratîk, li dehan bajarên Elmanyayê, êrîşên rêxistina terorê DAIŞ ên li hemberî Kobanê şermezar dikin. Meşên bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê Xwedî li Berxwedana bi Rûmet derkevin", îro li bajarê Kasselê destpê dike. Meşên protestoyî wê dawiya hefteyê li gelek navendên Elmanyayê bên lidarxistin.
NAV-DEM'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li her kesî kir ku beşdarî xwepêşandanan bibin. Di daxuaniyê de hat bibîrxistin ku çeteyên DAIŞ'ê li Başûrê Kurdistanê têk çûne û hat gotin, "Çete, di encama têkçûna li pêşberî YPG, HPG, Pêşmerge û Yekîneyên Berxwedana Şengalê de vekişiyan. Ji ber vê yekê tevahiya hêza xwe li Kobanê civandine. Êrîşî wê derê dikin. Ev erîşa li hemberî Kobanê êrîşa li dijî azadî, wekhevî, vîna jiyana bi hev re ya gel û baweriyan e."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Parastina Kobanê parastina rûmeta mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê weke NAV-DEM em bang li her kesê ji xwe re dibêje mirov im dikin, ku ji Kobanê heta Şengalê xwedî l berxwedana bi rûmet derkevin."
Meş û xwepêşandanên bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê Xwedî li Berxwedana bi Rûmet derkevin" li van bajaran tên lidarxistin.
19 Îlon 2014 În
Gießen:
Meş û mîtîng
Cih: Kugelbrunnen
Saet:16:00
Kassel:
Mîtîng
Cih: Königplatz
Saet:15.00
Darmstadt:
Meş
Saet: Ji 12:00 heta 17:00 standa agahdarkirinê, ji 17:00 heta 18:00 meş
Cih: Luisenplatz
20 Îlon 2014 Şemî
Frakfurt:
Mîtîng
Cih: Hauptbahnhof(Stasyona Navendî)
Saet: 16:00
Duisburg:
Meş û Mîtîng
Cih: Stasyona Trenê ya Navendî
Saet: 17:00
Bonn:
Standa Agahdarkirinê
Cih: Fridenplatz
Saet:12:00-17:00
Wuppertal:
Mîtîng (Bi Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dusseldorfê re)
Cih: Stasyona Navendî
Saet: 17:00
Essen:
Meş
Cih: Stasyona Trenê ya Navendî
Saet: 14:30
Bielefeld:
Mîtîng
Cih: Jahnplaz
Saet :13:00
Koln:
Mîtîng
Cih: Dêra Domê
Saet: 17:00
Berlîn:
Mîtîng
Cih: Brandenburger Tor
Saet :16:00
Bremen
Mîtîng
Cih: Pêşiya Parlamentê
Saet: 12:00
Hamburg
Mîtîng
Cih: Hachmannplatz
Saet: 14.00
Hannover:
Mîtîng
Cih: Stasyona Trenê ya Navendî
Saet: 11:00
Stuttgart:
Meş û Mîtîng
Cih: lautenschlagerstr. (Pêşberî Bahnhofê)
Saet: 17:00
Saarbrucken:
Mîtîng
Cih: Pêşiya Europa Galerie
Saet :14:00
22 Îlon 2014 Yekşem
Mannheim:
Meş û Mîtîng
Cih: Wasserturm
Saet: 18:00
24 Îlon 2014 Çarşem
Bonn:
Mîtîng
Cih: Munsterplatz
Saet: 17:00
Hildesheim:
Meş û Mîtîng
Cih: Stasyona Navendî
Saet:17:00